Leşkerên di operasyonê de ne: Fêrî me bibin em ê her 15 rojan carekê werin

AMED - Li Amedê qedexe li 43 gundan berdewam dike û hat zanîn ku dorpêça li gundên qedexe hatine rakirin jî didome. Hat diyarkirin ku leşkeran bi gotina “Fêrî me bibin em ê her 15 rojan carekê werin” gef li gundiyan xwarine û derket holê wêneyê benkê ku Walîtiya Amedê îdîa dikir di dema operasyonê de bi dest xistine wêneyên sala bihûrîne.

Piştî “qedexeya derketina derve” di 28’ê Gulanê de li gundên Licê, Hezro, Hênê, Karaz û Pîranê yên Amedê hatin îlankirin operasyona bi tevlîbûna 10 hezar leşker û polîsan hatibû destpêkirin li 43 gundan berdewam dike. Di operasyonên k udu rojin berdewam dikin de heta niha tu pevçûn derneketine û hat zanîn ku operasyon li herêmên Licê, Hênê û Gencê berdewam dikin. Ketin û derketina gundan ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatine girtin û leşkerên gund dorpêçkirine li hemû malan lêgerînê pêk tînin.

‘FÊRÎ ME BIBIN HER 15 ROJAN CAREKÊ EM LI VIRIN’

Leşker li malê vale û axiran lêgerînê pêk tînin. Leşkerên ji ber, ji bo sewla dernekvin derve deriyên wan kilît dikin sewal bê ax û xwarin dimînin û bexeçeyên gundiyên nikarin derkevin derve bê av name. Ji ber qedexeyan xwendkar nikarin biçin dibistanan.

Hat zanîn ku du gundiyên li çêlekên ku li gundê Goma Salo winda bûne digeriyan rastê êrîşa leşkerên derketine operasyonê hatine. Derbarê aqûbeta gundiyan de agahiyek ne hat bidestxistin. Ligel ehliyeta motor û wesayîtên gundiyan hene jî leşkeran dest danîn ser û birin Fermandariya Cendirmeyan a Licê. Li gundên ku îro hat diyarkirin qedexe hatiye rakirin dorpêç didome û hat zanîn leşker hêjî li derdora gund û bejahiyê rawestandina xwe didomînin. Leşkerên tevlî operasyonê bûne ji gundiyane gotine “Fêrî me bibin em ê her 15 rojan carekê bên vir.”


Welatiyên navçeyê yên ji ber ewlehiyê ne xwestin navê xwe bidin û bertek nîşanî nûçeya bi ser navê “Al-54 operasyona Yeketiya Muşterek destpêkir” a di sîteya Walîtiya Amedê de hatiye weşandin dan û diyar kirin ku wêneyên ku hatine nîşandan wêneyê benk ê sala bihûriye.