Polisan di serdegirtina Navenda Çande ya Hezexe de 11 kes biçnav kirin

STENBOL - Yekîneyên Polîsan li Okmeydani bi ser Navenda Çande ya Hezexê de girt û di serdegirtinê de 11 kes binçav kirin.

Yekîneyen polisan ên girêdayî Şaxa TEM'ê ya Stenbolê bi ser Navenda Çandê ya Hezexe ku li taxa Mahmut Şevket a Okmeydani de girt. Polîsan di serdegirtina Navenda Çandê ya Hezexe de kesên bi navê Sultan Gokçek, Ozgur Gultekin, Firat Kil, Dilan Poyraz, Dilan Ekin, Musa Kurt, Umut Şener, Bergun Varan û Alişan Gul binçav kirin. Di serdegirtinê de camên avahiye hatin şikandin û hesitên parastine hatin rakirin.