HDP: Çareserî tenê bi Ocalan pêkan e

ENQERE - Meclîsa HDP'ê encama civîna xwe diyar kir. Meclîsa HDP'ê di civîna xwe de diyar kir ku çareserî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û ji bo bi Ocalan re pêvajoya diyalogê dest pê bike dê têkoşînê bilind bikin.

Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 28'ê Gulanê de civîna meclîsa partiyê û Lijneya Navendî pêk anî. HDP'ê piştî civînê encama civînê parve kir. HDP'ê di encama civînê de diyar kir ku Tirkiye di pêvajoya li dijî hiqûq, nenaskirina qanûna bingehîn, xurtkirina şer û tundiyê, rageşî û zêdekirina nifrînê re derbas dibe. Dewlet dixwaze hemû hêz û rêveberiya otoriter di destê xwe de kom bike.

EM DÊ LI TIRKIYEYEK ÇAWA BIJÎN

Ecamnameya HDP'ê wiha ye:

“Di rojên pêş ên ku 'Yek mirov' bibe xwediyê hemû erk û hêzê, dê destûr nede ku hemû bawerî, kedkar, jin, ciwan û hêzên demokratîk ên muxalif bêhnê bistîne û tev bigerin. Dê hemû mafên azadiyê û demokrasît ji destan bên girtin. Ger ku têkoşîna me xurt bibe dijberî vê yekê dê her kes karibe azad, wekhev û di nava aştiyê de bijîn. Ji ber vê yekê divê em ji niha de gavên xwe diyar bikin û têkoşîna xwe xurt bikin.

QANÛNA BINGEHÎN YA NÛ ESAS E

HDP, bi vê zanebûn û berpirsiyariyê bawer dike ku ji bo pir zimanî, pir nasname, pir bawerî û pir çandî pêdivî bi qanûna bingehîn a demokratîk heye. Bang li hemû hêzên demokrasîparêz, aşîparêz, edaletparêz, sazî û rêxistinên pîşeyî , sendikayên demokratîk û rêxistinên jin, ciwan û hemû bejên civakê dike ku ji bo qanûna demokratîk û azad bê avakirin bi hevre têbikoşin û têkoşînê xurt bikin.

MUXATABÊ SEXTE AVA DIKIN

Partiya me wekî duh, îro û sibê jî, ji bo rol û mîsyona xwe ya dîrokî ku di serê wan de pirsgirêka kurd heye, çareser bike û diya diyalog muzakereyan veke, dîsa rêya jiyana hevpar û wekhev ava bike dê têkoşîna xwe mezin bike. Li aliyê din rejîma Erdogan ku li ser îtîfaqa AKP-MHP'ê hava bûye ji bo sazîkrina faşizmê roj bi roj gundan xera dike operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dike. Polîtîkayên înkar û îmhayê yên komkujiyê berdewam dike. Wekî ku hewl dide çareseriyê pêş bixe dixwaze hişê civakî û siyasî ku muxatabê wê tune ye ava bike. Dixwaze aqilê wekî ku dest bi pêvajoya diyalogê dike ava bike.

JI BO AŞTIYÊ TÊKOŞÎN DIVÊ

Heta ku ev polîtîk û hişmendî berdewam bike di milê sincî, civakî û siyasî de ne pêkan e ku pêvajoya aştiyê dest pê bike. Ji ber vê yekê îro peywira rola têkoşîna civakî ewe ku têkoşîna li dijî rejîma Erdogan a armanc dike ku gelan, baweriyan, kedkarna, ciwanan û hemû beşên civakê bike koleyê xwe, mezin bike. Daxwaza me ya aştiyê li ser esasê ku sedemên şer ji holê rabe û hemû beşên li ser vê axê dijîn xwedi heman maf û xwedî heman azadî be pêş dikeve. Heta hemû reng, bawerî û nasnameyên cuda yên li ser vê axê dijîn bibin xwedî mafên wekhev û azad di bin qanûnan te bên parastin û mîsogerkirin em dê aştiyê bixwazin. Divê aştî civakî be.

AŞTÎ Û MUZAKERE BI AZADIYA OCALAN PÊKAN E

Em ji dîroka xwe ya nêzîk jî dizanin ku şertên aştî û muzakereyan bi têkoşîna mezin a demokrasiyê pêkan e. Ji bo vê yekê jî divê tecrîda li ser Brêz Abdullah Ocalan ku ji 5'ê Nîsana 2015’an de hatiye destpêkirin bi dawî bibe û dîsa rê li pêş muzakereyan bê vekerin. Ji bo li ser axa me xwîn raweste û polîtîkayên zext, tundî, bişaftin, înkar, îmha û tasfiyê bi dawî bibe divê em têkoşîna xwe mezintir û xurttir bikin. Divê em bi têkoşîna xwe operasyonên qirkirina siyasî pûç bikin. Divê em bi polîtîka û têkoşîna xwe polîtîkayên perçekirin, qirkirin û komkujiyê pûç bikin.
Ev pêkanîn li dijî qanûn û Qanûnên Bingehîn in. Hemû pêkanînên di bin rejîma OHAL'ê de pêş dikevin li dijî qanûna bingehîn e. Zextên li ser çapemeniyê pir zêde ne. Tundiya li ser kedkar, akademisyen, rojnameger, di bin zextên rejîmê de bêhnê distîne. Mafê demokrasî û azadiyê hatiye sînorkirin.

EM DÊ BI HEVRE TÊBIKOŞIN

Tirs û fikaran bandorek mezin li ser jiyana kedkaran kiriye. Îktîdara dewlet û sermayê ewlehiya hebûna xwe bi tirs û tundiya li ser xweza, mirov û muxalifan diparêze. Em dê li dijî vê yekê têkoşîna xurt a civakî pêş bixin. Em dê bi ruhê gezî li dijî pergala rejîmê têbikoşin. Em bang li hemû hêzên demokratîk, edaletparêz û azadîxwaz dikin ku li dijî vê rejîmê îtîfaq û têkoşînê xurt bikin.