EDENE - Li Edeneyê 4 kesên ku di nava wan de midûr û serokê komeleyê jî hene û ji ber şewata wargeha keçan hatibûn binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Piştî şewata li wargeha keçan a li Aladaga Edeneyê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Kozanê de 14 kesên ku dihat gotin di şewatê de îhmalên wan hene hatibûn binçavkirin. Ji 14 kesan 5 kesên ku îfadeyên wan li midûryeta polîsan hat girtin sewqî dadgehê hatin kirin. 5 kesên ku di nava wan de midûrê wargehê Cumalî Genç, Serokê Komeleya Alîkariya Xwendekarên Dibistan û Qursan a Aladagê Îsmaîl U. jî hene bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Piştî îfadeyên wan ên li dadgehê 4 kesên k udi nava wan de midûrê wargehê û serokê komelê hene hatin girtin û kesek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Ji 14 kesên ku ji ber şewatê hatibûn binçavkirin, 6 kes beriya niha bi biryara kontrola edlî hatibûn berdan. 3 kes jî hîna li midûryeta polîsanan û îfadeyên wan tên girtin.