Reqayî: Em bi çar çavan li hêviya azadiyê ne

REQA- Operasyonên QSD'ê yên ji bo azadkirina Reqayê didomin. Li gel domandina operasyonan, gelên ku ref bi ref berê xwe didin qadên ewle jî spasiya hêzên QSD'ê dikin. Yek ji niştecihên Reqayê Zehra Abdullah ya ku gihaşt qada ewle, anî ziman ku ew bi çar çavan li hêviya wê roja azadkirina Reqayê ne.

Merheleya 4'emîn a operasyona Xezeba Firatê ya ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat destpêkirin li bakurê Reqayê didome. Di çarçoveya vê merheleyê de şervanên QSD'ê gelek gundên stratejîk rizgar kirin û sivîlan jî ber bi qadên ewle ve dişînin. Bi deh hezaran sivîl ber bi korîdora ku li rojavayê bajêr hatiye vekirin diçin û li vir ewil şervanên QSD'ê alîkariya wan dikin. Reqayiyan, anî ziman ku ew bi rojan e di rê de tî û birçî mane û wiha gotin: "Heke ne ji QSD'ê bûna, dê piraniya me di van riyan de bimiranan."

PÊDIVIYÊN SIVÎLAN BI CIH TÎNIN

Ji hin reqayiyên ku bi kamyon, traktor û wesayîtên barkêşiyê eşyayên xwe bi xwe re dibin qadên ewle, anîn ziman ku bi rojan ew di rê de bûne. Kesên di nav toz û xubareke dijwar de rêwîtiya xwe temam dikin, spasiya şervanan dikin. Qefleyên ku jin, zarok û extiyar di nav wan de ne, dema digihên qadên ewle pêşî di venirhêrtina tenduristiyê re derbas dibin û pêdiviyên wan ên sereke yên wek nan û avê tên peydekirin. Li gel vê nasnameyên sivîlan jî tên kontrolkirin, lewra tê gotin ku heta niha bi dehan DAIŞ'î jî tevlî wan bûne.

LI BENDA AZADIYA REQAYÊ NE

Zehra Abdullah a 55 salî dema ku xwe gihand qada ewle û çav şervanên QSD'ê kir, xweber hêstir ji çavên wê bariyan. Abdullah, anî ziman ku ji bo ew rêwitiya xwe temam bikin, wan gelek hewl daye û bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû mane. Abdullah, got ku piştî ku di rê de av û xwarina ku bi xwe re anî bûn qediyaye, ew hefteyekê bê av û xwarin mane. Abdullah, diyar kir ku zarok, jin û extiyar nexweş ketine, lê belê ew feraseta ku zilm li wan rewa dikir hêdî hêdî ji holê tê rakirin û ew bi çar çavan li hêviya roja azadkirina Reqayê ne.

'HEMÊZA XWE JI ME RE VEKIRIN'

Dayika 5 zarokan Feride Salih a 40 salî, ku ji ber toz û xubarê serçavên wê bi zorê dixuyên û bi zorê diaxive jî anî ziman ku di rê de tim tirsa ku dê zarokên wan bimirin li wan peyde bûye. Salih, ragihand ku du heftene ku ew di rê de ne. Salih, dest nîşan kir ku DAIŞ hatiye guzergahên derbasbûnê û zor û zehmetî dane ber wan. Salih, anî ziman ku ji bilî QSD'ê kesî alîkarî nekiriye û wiha axivî: "Derfetên wan jî kêm in. Bi qasî ku dikarin alîkariya me dikin. Xwedê bi wan re be. Xwedê wan fedîkar neke. Wek mala me be, hembêza xwe ji me re vedikin. Bi rojan e ku em ji bo vê rojê meşiyan."

QSD'Ê ALÎKARIYA ME KIR

Talha Mihemed ê 60 salî jî diyar kir ku ew ji herêma Meskenê ya Reqayê hatine. Mihemed, diyar kir ku li gel vî emrê xwe jî ew ketiye rê, lê belê bi sedan kesên mîna wî hebûne. Mihemed, dest nîşan kir ku DAIŞ'ê koçberî li wan ferz kiriye û wiha got: "Jin, zarok û extiyar tên. Berê hin xizmên me jî hatibûn. Dîsa QSD'ê alîkariya wan kiribû. Ev çend roj e ku em di rê de bûn. Kesî alîkariya me nekir. Heke ne ji QSD'ê bûna, dê piraniya me di van riyan de bimiranan."

Nazim Daştan-dihaber