MÊRSÎN - Li bajaroka Kazanli ya navçeya Akdenîzê erebên elewî, ji bo li hemberî bişavtina çandî ciwan û zarokên xwe biparêzin, bi derfetên xwe Mala Çandê ya Kazanliyê ava kirin.
Li bajaroka Kazanli ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê erebên elewî, ji bo li hemberî bişavtina çandî ciwan û zarokên xwe biparêzin, bi derfetên xwe Mala Çandê ya Kazanliyê ava kirin. Mebest ji vê mala çandê ya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Erebên Elewî ve hat avakirin, ew e ku hem qursên ziman hem jî yên hunerî bide.
‘HER TIŞT LI SER ASASÊ DILDARIYÊ HAT AVAKIRIN'
Endamê Meclîsa Gel a Kazanliyê Ufuk Sultanoglu, anî ziman ku wek her gelî erebên elewî jî hewl didin ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Sultanoglu, diyar kir ku gelê Kazanliyê bi avakirina Mala Çandê hewl dide ku wê raboriya ya winda ragihîne zarokên xwe. Sultanoglu yê ku got "Mala Çandê ji bo çand û hunereke alternatîf hat avakirin", da zanîn ku dê li vir qursên wek tembûr, kişik, dersên matamatîkê û hwd. jî ji bo zarokan bên dayîn. Sultanoglu, diyar kir ku Mala Çandê tenê ne ji bo zarokan, ji bo kesên ku amadekariyên çûyîna zanîngehê dikin û di warê dersan de ditengijin jî nêvenga xebatê ye. Sultanoglu, ragihand ku hemû perwerdehî bê pere ne û li ser asasê dildariyê tên dayîn.
'HER TIŞT JI BO ZAROKAN'
Sultanoglu, ragihand ku vê havînê ji bo neyên bişavtin ew ê dersên zimanê erebî bidin zarokan û wiha got: "Em ê dersên ziman bidin zarokan. Ji bo baştir hînî zimanê xwe bibin. Li gel vê dê dersên wek nivîskariya afirîner û gelek dersên ku girîngiya zanistê vedibêjin ji bo zarokan bên dayîn." Sultanoglu, da zanîn ku dê ev xebatên wan li 8-9 taxên din jî bên kirin.
Sultanoglu, ragihand ku li mala çandê gelek kêmaniyên wan hene û wiha got: "Pêdiviya me bi mamosteyên ku dê li ser asasê dildariyê bi me re bixebitin jî heye. Pêdiviya me bi her kesên ku dixwazin tiştekî li gelê ereb ên elewî zêde bikin û alîkariya me bikin heye."