AMED - Li navçeya Sûrê bi rûxandinê re raçînga dîrokî tê tune kirin û li şûna vê avahiyên betonî tên çêkirin. Hevserokê Odeya Mîmarên Amedê Şerefhan Aydin, anî ziman ku bi tu awayî ev tişt nayê qebûlkirin. Aydin bang kir ku, divê demildest dev ji vê xeletiya dîrokî bê berdan.
Li 6 taxên Sûra Amedê yên ku hatin rûxandin û serobinokirin, dest bi çêkirina avahiyan hat kirin. Lê belê di wêneyên ku hatin bi dest xistin de, avahiyên betonî yên ku ne li gora raçînga dîrokî ya navçeyê ne hatine çêkirin. Destpêkê 13 avahiyên ku hatin çêkirin, ji ber ku ne li gor raçînga dîrokî ne hatin rûxandin û ji nû ve hatin çêkirin. Lê belê dîsa jî ya ku dihat xwestin nehatiye çêkirin. Derveyî malên betonî bi kevirên Amedê tên nixumandin. Hevserokê Odeya Mîmarên Amedê Şerefhan Aydin, der barê avahiyê ku li Sûrê tên çêkirin de axivî.
‘SÛR JI BO DEWLETÊ TIM RÎSKEK BÛ'
Aydin, anî ziman ku avahiyên li Sûrê di encama biryarên nepen ên dewletê de derketine holê. Aydin got ku, welatiyên ku li taxên hatin rûxandin dijiyan kesên ku ji ber şerê ku 40 sal e didome koçkirine û li navçeyê bi cih bûne. Aydin, dest nîşan kir ku welatiyên li Sûrê dijiyan tim ji bo dewletê wek rîsk û tehdîdekê dihatin dîtin û wiha axivî: "Dewlet bi rihetî gelekî ku bifikire û lêpirsînê bike qebûl nake. Taybetmendiya gelê Sûrê jî ev e. Ji ber vê yekê tim hedef dihat girtin. Ev tenê hêla wê ya siyasî ye."
‘PÊDIVIYA DEWLETÊ BI PEREYAN HEYE!'
Aydin, balê kişand ser hêla aborî ya Sûrê û dest nîşan kir ku, di salên dawî de ji ber ku bajar bû navenda turîzmê qîmeta wê zaf zêde bû. Aydin, anî ziman ku bi UNESCO'yê re ev nirx zêdetir bûye û wiha got: "Ev jî bû hedefa dewletê û sermayedaran. Gelê li wir di sînorê birçîbûnê de dijiya. Hêza wî ya aborî tune bû. Dewlet dixwaze gel ji vir derxe û xwe dewlemend bike. Di bin navê 'îstîmlaqkirina lezgîn' de bi buhayekî kêm mal û erseyên gel ji wan stendin û dixwaze di pêşerojê de van malan bi buhayekî zêde pêşkeşî rantê bike. Ev jî nîşan dide ku pêdiviya dewletê bi pereyan heye. Vê jî di ser Sûrê re dike."
‘BI BETONÊ AVAHIYÊN SOSRET TÊN ÇÊKIRIN'
Aydin, anî ziman ku di dema pevçûnî de herî zêde li 3 taxan mal texrîb bûbûn, lê belê 6 tax bi temamî hatine rûxandin û ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Aydin, diyar kir ku li Sûrê avahiyên dîrokî yên tescîlkirî hatine tunekirin û wiha ragihand: "Ne mumkune ku dewlet ji nû ve wek cihên ku rûxandin çêbike. Dê wateya avahiyên dîrokî yên bi hezaran salan di xwe de nehebînin. Dewlet li gor xwe hewl dide nasnameyeke nû biafirîne."
Aydin, diyar kir ku li Sûrê nirxên dîrokî hatine tunekirin û avahiyên niha tên avakirin avahiyên sosretmayî ne. Aydin got ku, bi qasî serê derziyê jî ev avahiyên nû dîrok û mîmariya Amedê di xwe de nahebînin. Aydin wiha axivî:
‘ÇÎNÊ JÎ TEXLÎDA PARÎSÊ KIR, LÊ DÎROK TEXLÎDÊ QEBÛL NAKE'
“Ji bo malên tên çêkirin hewşeke biçûk jî çêdikin. Ji bo bişibin wan kevirê bazaltî tê bikaranîn. Lê kevirê bazaltî jî kevirê jêkirî ye. Yanî fabrîkasyon çêdike. Di navbera kevirên ku li wir tên bikaranîn û yên li Dîcle Kentê tên bikaranîn de tu ferq tune ye. Heke bixwazin jî dê nikaribin ruhê Sûrê biafirînin. Di avaniya Sûrê de bîranînên wê yî dîrokî hene. Mînaka herî ecêb ew bû ku Çînê texlîda Parîsê kiribû. Çîn jî xwest avaniya ku li Parîsê hat çêkirin çêbike. Lê belê ji ber ku texlîd bû balê nekişand. Û hat terkirin. Lê pereyekî zaf zêde hatibû xerckirin. Dîrok texlîdê qebûl nake. Mînaka li Sûrê jî tiştekî wisa ye. Nêzî 40 avahî hatin çêkirin. Hîn nehatine temamkirin. Dema em li wêneyan dinihêrin, dîrok dê vê rezaletiyê qebûl neke."
‘BILA PROJEYÊN KU GEL QEBÛL KIRINE BÊN ÇÊKIRIN'
Aydin, anî ziman ku projeyên ku li Sûrê tên çêkirin li Enqereyê tên birêvebirin û wih got: "Dema rewş ev be, avahiyên sosret derdikevin holê. Wek Odeya Mîmaran, em dixwazin 'Plana bi mebesta îmarê ya parastinê' ya sala 2012'an ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê ve hat çêkirin esas bê girtin. Dewlet jî dibêje wan ev referans girtiye, lê dema li pratîka wan tê nihêrîn dereweke mezin, nakokiyeke mezin dertê holê. Divê avahî ji kevirên bazaltî yên xwezayî bên çêkirin. Veguherandina bajêr koçberî ye. Perçekirina qada çand û jiyanê ye. Ji ber vê yekê em li dijî vê ne. Alternetîfa me 'Veguherandina li cihê cih e û hêzdarkirina wê ye'. Sepandinên ku niha tên kirin bi kêrî civakê nayên. Em vî tiştî qebûl nakin. Divê projeyên ku gel qebûl dikin bên çêkirin."
Semra Turan - dihaber