AMED- Endamên DBP, CHP û Şaxa Odeya Plansazên Bajêr a Amedê dest nîşan kirin ku ew ê tevî Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na bitêkoşin û wiha bang kirin: "Xwedîderketina li Sûrê peywira gelên cîhanê ye."
Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na ku li dijî rûxandina taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê hat avakirin, li hemberî rûxandinê ket nava liv û tevgeran. Di nav platformê de HDP, DBP, CHP, EMEP, ESP, TJA, gelek saziyên jinan, TMMOB, Odeya Plansazên Bajêr, Baroya Amedê, ÎHD, Odeya Bijîşkan a Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, DESOB û pêşengên qenaetî di nav de cih digirin.
CİZRELİOGULLARI: DIVÊ LI PÊŞBERÎ KEPÇEYÊ BÊ SEKINANDIN
Hevseroka Şaxa Odeya Plansazên Bajêr a Amedê Buşra Cizreliogullari ya di nav platformê de cih digire, anî ziman ku ev rûxandin li hemberî gelê kurd bera veguherandina civakî, siyasî û çandî ye. Cizreliogullari, dest nîşan kir ku li Sûr û bajarên din ên ku hatin qedexekirin û rûxandin, bi polîtîkayên îmarê veguherandin hatiye plankirin û wiha got: "Piştevaniyên ku bi destê şer nerûxiyan, niha bi polîtîkayên îmarê rûxandina wan tên xwestin. Ji ber vê yekê divê bi awayekî xurtir xwedî lê bê derketin. Heke bivê divê li pêşberî kepçeyê bê sekinandin."
‘EM Ê BI HEV RE BITÊKOŞIN'
Cizreliogullari, anî ziman ku divê li hemberî rûxandin û binpêkirinên mafan ên li Sûrê muxalefeteke xurt bê çêkirin û ji ber vê yekê ew di bin banê Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na hatine gel hev. Cizreliogullari ji bo piştevaniyê wiha bang li gelê Amedê kir: "Cihekî ku ev mirov biçinê tune ye, derfetên wan ên ku li devereke din bijîn tune ye. Sûr ji bo wan her tişt e, ji bo wan jiyan e, ji bo wan bêhnstendin e. Di salên 90'î de ji ber şer koçî van deran kirine, niha li vir koçberiya duyemîn li wan tê ferzkirin. Dê ev mirov biçin kuderê, bersiva vê tune ye."
HEVSEROKÊ DBP'A BAJÊR: DIVÊ GELÊN CÎHANÊ LI HEMBERÎ RÛXANDINÊ RAWESTIN
Hevserokê DBP'a Bajêr a Amedê Zeki Baran ku di nav platformê de cih digire jî, anî ziman ku Sûr dilê Amedê, dilê Kurdistanê ye û rûxandina li navçeya Sûrê rûxandina li dijî nasnameya kurdî ye. Baran, dest nîşan kir ku bi avakirina platformê mebesta wan ew e ku ew vê rûxandinê rawestînin û wiha got: "Parastina Sûrê tenê ne peywira baweriyekê, bîrdoziyekê û nîjadekî ye. Divê platformeke li gor ruhê Sûrê bê çêkirin. Peywira sereke ya gelê Amedê parastina Sûrê ye. UNESCO ew xist nav lîsteya mîrateyên cîhanê. Ji ber vê yekê divê hemû gelên cîhanê li hemberî rûxandina Sûrê rawestin."
SEROKÊ CHP'A BAJÊR: MALÊN RÛDIXÎNIN JI NÛ VE JI BO ÎMARÊ VEDIKIN
Serokê CHP'a Bajêr a Amedê Mehmet Sayin, anî ziman ku ew li dijî rûxandina navçeya Sûrê têdikoşin û têkoşîna gelê Sûrê ya li dijî rûxandinê têkoşîneke girîng e. Sayin, diyar kir ku dê di bin navê "veguherandina bajêr" de avahiyên ku ne li gor dîrok û raçînga bajêr in bên avakirin û wiha domand: "Ji xwe malê mirovan bi ser serê wan de rûxandin. Vê carê jî malên rûdixînin ji bo îmarê vedikin."
‘EM SÛRÊ WINDA NEKIN'
Sayin, dest nîşan kir ku ew ê tevî parlementerên CHP'î şopdarê rûxandinê bin û ew ê tevî gel li hemberî vê rûxandinê bitêkoşin. Sayin, got ku ew ê destûrê nedin ku bajêr ji raçînga xwe ya dîrokî bê dûrxistin û pêşkeşî rantê bê kirin. Sayin, diyar kir ku ew ê di nav Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na cih bigirin û ew ê tevî dînamîkên bajêr li dijî rûxandinê bi awayekî aktîf bitêkoşin. Sayin bang li gelê Amedê kir û wiha got: "Em Sûrê winda nekin."