MÊRDÎN - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku bi awayekî veşarî û dizî Amed ziyaret kir, îro hat Mêrdînê.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku bi awayekî veşarî û dizî Amed ziyaret kir û hin lêkolîn kir, bi balafira taybet hat Mêrdînê. Soylu saet di 09.50'î de bi balafira taybet li Balafirgeha Qoserê ya Mêrdînê daket. Soylu, li gel Midûrê Giştî yê Polîsan Selami Altinok û heyeta pêre derbasî otelek taybet bûn. Tê payîn ku Soylu bi Waliyê Mêrdînê ku wekî qeyûm Tayînî Şaredariya Mêrdînê hatiye kirin Mustafa Yaman, Wekîlê AKP'ê Orhan Miroglu û Ceyda Bolunmez Çankiri re hevdîtin bikin.