Qeyûm çav berda nanê welatiyan jî

ÊLIH - Bi fermana qeyûmê ku tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, zabite û polîsan bufeyên li parka Kî Ne Em û Aram Tîgranê mohr kirin û girtin.

Şevket Ertug ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, ferman da polîs û zabiteyan da ku bufeyên li parka Kî Ne Em û Aram Tîgranê mohr bikin. Hat zanîn ku dê cihê van bufeyên ku bi darê zorê hatin valakirin ji aliyê qeyûm ve berpêşî îhaleyê bên kirin. Qeyûm Aksoy jî, derpêş kir ku dê cihê bûfeyan berpêşî xizmeta gel bike. Şemsettin Tunç (54) ku 3 sal in li bufeya ku li Parka Aram Tîgranê vekiriye debara xwe dike, anî ziman ku zabiteyan bi zorê bufeya wî derxistine derveyî parkê û wiha got: "Li Êlihê qeyûm bêtir polîtîkaya xwe di ser gelê feqîr û welatperwer re disepîne."

‘JI BER WELATPERWER IM BUFEYA MIN RAKIR'

Tunç, ku 3 sal berê ji hêla şaredariya DBP'î ve mafê xebitandina bufeyê ji bo wî hatibû dayîn, lê belê li ser fermana qeyûm polîs û zabiteyan bufeya wî bi zorê derxistin derveyî parkê. Tunç wiha got: "3 sal berê Şaredariya Êlihê ya DBP'î li Parka Aram Tîgranê ji bo bufeyekê cih da min. Dema ez hatim vir rewşa vê parkê ne tu rewş bû. Li vir ji fuhûşê bigire heta firotina tiryakê her tişt dihat kirin. Ji bo layiqî navê Aram Tîgran be 3 sal berê ez li dijî van tiştên têkoşiyam. Her wiha min pêwendiya dostaniyê bi mirovên vir re danî."

‘DIBE KU BIDIN ÎHALEYÊ Û RIYA RANT VEBIKIN'

Tunç, da zanîn ku ji bilî Parka Aram Tîgranê dê ev polîtîka ji bo parkên din jî bê sepandin û dibe ku bi berpêşkirina îhalê riya rantê vebikin. Tunç, anî ziman ku park cihê gel e û wî li vir xizmeta gel dikir û wiha axivî: "Hefteyek berê bi fermana qeyûm hişyariyeke ku dê bufe bê rakirin ji min re hat şandin. Duh bi şev jî zabite û polîsan bi darê zorê bufeya min derxistin derveyî parkê. Rayedarên şaredariyê yên hatin vir, gotin ku ew ê vir berpêşî îhaleyê bikin. Lê belê dibe ku ji bo rantê vebikin. Ev der cihê gel bû, di xizmeta gel de bû. Ji niha û pê ve dê çi bê çêkirin nizanim. Bufeya min derxistin derveyî parkê, lê dê di demeke nêz de ji vir jî rakin. Hat gotin ku dê li parkên din jî ev sepandin têkeve dewrê."