ENQERE - Îhsan Kartal, ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê tê ragirtin ragihand ku di çûnhatina nexweşxaneyê de sepandina şopa tiliyan li wan tê ferzkirin. Kartal, got ku li her derên girtîgehê kamera hatine bicihkirin û bi vê re jiyana wan a taybet hatiye binpêkirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan didomin. Îhsan Kartal, ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Tekirdagê tê ragirtin, nameyak şand û di nameyê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.
Kartal, diyar kir ku di demên dawî de li ser girtiyên di girtîgehê de pêkanînên zehmet ketine dewrê û wiha axivî: "Di demên dawî de di çûnhatina girtîgehê de binpêkirinên mafan çêdibin. Di çûnhatinê de bi navê şopa tiliyan sepandinek heye. Ev sepandin ji aliyê Wezareta Dadê ve wek sepandineke mecbûrî ye. Mînak, dema mirovek qeyrana dilî derbas bike û li ser sedyeyê bibêje 'ez şopa tiliyê nadim', wî paş ve dişînin. Navê vê jî kuştina mirovan e."
'BI NAVÊ QADA MAHREMIYETÊ QADEK NEMAYE'
Kartal, diyar kir ku qadên jiyanê bi kamerayan tên raçavkirin û wiha axivî: "Li girtîgeha ku em lê ne, li çar aliyên wê mobese hatine bicihkirin. Li banê girtîgehê mobese hatine bicihkirin. Ev jî ne bes e, li hewadariyên her hucreyê jî kamera hatine bicihkirin. Yanî tenê li hundurê hucreyan kamera bi cih nekirine. Ji bo girtiyan bi navê qada mahremiyetê cih nemaye. Ev ne sepandineke însanî ye."
'HEMÛ CÎHAN HEVPARÊ TECRÎDÊ YE'
Kartal, herî dawî wiha got: "Tecrîd û sepandinên taybet ên di sala 2011'an de li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kirin, wek mirovekî min, me zaf zorandine. Hemû cîhan jî dizane ku tu eleqeya vê tecrîdê bi huqûqê re tune ye. Em baş dizanin ev polîtîkaya tecrîdê polîtîkayeke taybet e û di şexsê Îmraliyê de li me û gelê kurd tê ferzkirin. Her çi qas li dijî huqûqê be jî, hemû cîhan dîsa jî hema bêje bûye hevparê vê tecrîda dermirovî. Ji aliyekî ve îdia dikin ku ew nûnerên demokrasiyê ne. Lê li hêla din li hemberî vê tecrîdê sê meymûnan dilîzin."