STENBOL - Ji Koma Alîgir a Bîenê Haluk Koşar diyar kir ku piştî Geziyê li stadan pêkanîna Passolîgê kete meriyetê û bi vî rengê hat xwestin ku tevgera alîgirên futbolê bên kontrolkirin.
Ligel ku li ser çalakiyên Geziyê de 4 sal derbas bû jî bandorên wî berdewam dike. Di hemû beşên civakê de mirovan di çalakiyê de cihê xwe girtin. yek ji wan jî komên alîgir bûn. Komên alîgir ên ku di refên pêş ên çalakiyan de cih girtin li dijî êrîşên polîsan bi hev re li ber xwe dan. Yekj i wan komên alîgir jî Vamos Bîen a Fenerbahçeyê bû. Endamê Varnos Bîenê Haluk Koşar ê di çalakiyên Geziyê de cih girt rewşa komên alîgir ên di dema çalakiyên Geziyê de û rewşa wan a îro nirxand.
'JI BER XWE RÊXISTINBÛN DERXIST HOLÊ'
Koşar diyar kir ku Vmos Bîenê di çalakiyên Geziyê de ji dest pêkê heta dawî cih girt û komên alîgir li gorî qerekterên xwe di hemû beşên civakê de digire nava xwe ji ber ku bêntir ciwan in û bi tevger in kom ji ber xwe birêxistin bûne.
'BI BANDONA 3'YÊ TÎRMEHÊ EM HATIN GEZIYÊ'
Koşar destnîşan kir ku heta ku tribun hebin dê tevgera koman jî hebe û wiha berdewam kir: "Tevgerbûn bi taybetî li Tirkiyeyê bi hêzên desthilatdar ve tîne hemberî hev. Ev kom di demên bi vî rengî de bi rehetî dikevin tevgerê. Fenerbahçe di pêvajoyekî wekî 3'yê tîrmehê re derbas bû. Bandora ku 3'yê tîrmehê ava kiribû hebû li tribunan. Ev bandor wê demê bi partiya îktidarê û FETO li hemberî Fenerbahçeyê operasyon pêk anî. Li dijî vê nerazîbûnekî xurt û berxwedanek hebû. Li kolanan di nava saleke ku derbas bû protestoyên cidî çêbû. Bi taybetî di hatine Geziyê de bingehekî wisa heye."
Koşar destnîşan kir ku sedema hatina koma alîgiran a Geziyê rewşa 2-3 sal beriya Geziyê ya hate jiyîn bû û gelek komên alîgir bi vî renî îsyana xwe birine Geziyê.
BI PASSOLÎGÊ VE KOMÊN ALÎGIR HATIN ÇEWISANDIN
Koşar piştî çalakiyên Geziyê pêkanîna Passolîg a ku li stadan kete meriyetê jî nirxand û got ku bi vî pêkanînê ve li Tirkiyeyê tevgera alîgirên futbolê bi awayekî hate kontrolkirin, komên alîgir ên muxalîf li dijî vê yekê derketin. Koşar wiha axivî: "Li hemberî vî pêkanînê sekinandin bi xwe re nekirîna vî kartî û neçûna masabaqayan anî. 4 sal in komên muxalîf li stadan li cem taximên xwe nînin. Niha yên ku li stadan in piranî yên ku ev kart girtine ne û bi îktidarê ve li hev kirine. Ev li hevkirin jî bi xwe re bêdengiyê tîne."