EDENE - Li Edeneyê di serdegirtina malan de 16 kes hatin binçavkirin.
Li Edeneyê di saetên serê sibehê de polîsan hemwext bi ser malan de girtin û hat zanîn ku di serdegirtinan de 16 kes hatine binçavkirin. Li malên ku bi wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin lêgerîn pêk hatin. Kesên hatin binçavkirin piştî di kontrola tendirûstiyê de hatin derbaskirin birin Midûryeta Polîsan a TEM’ê.