Îşkenceya psîkolojîk li malbatê dikin

AGIRÎ - Polîsên girêdayî Emniyeta Agiriyê çûn cem malbata Sînan Tekîn ê HPG'î û gotina "kurê we di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da biçin cenaze bigirin" bi kar anîn. Malbata Tekîn a bi rojan e diçin her derê diyar kirin ku dewlet îşkeceya psîkolojîk li wan dike.

Li herêma Tendurekê ya di navbeya navçeyên Bazîd û Giyadînê yên Agiriyê û navçeya Ebexê ya Wanê operasyona ku di 24'ê gulanê de dest pê kir berdewam dike. Polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Agiriyê çûn malbata Sînan Tekîn ê HPG'î û gotina "Kurê we di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da biçin cenaze bigirin" bi kar anîn. Malbata Tekîn a ku bi rojan e cihê ku neçûne nehiştine gotina "Dewletê em xapandin û em wê de wir de şandin" bi kar anîn.

'CENDIRME Û EMNIYETÊ MIJUL KIR'

Bavê Tekîn, Nîzamettîn Tekîn ê li taxa Cezaevî ya Agiriyê dijî diyar kir ku di 26'ê gulanê de polîsên ku bi wesayîta zirxî çûne ber mala wî gotina "Ji me re agahî hatiye, ji Tendurekî agahî dan kurê we hatiye kuştin, biçin Giyadînê cenazeyê kurê xwe bigirin" bi kar anîn, ligel vî îdiayê jî têkîldarî vî îdiayê tu pêşketin çênebûye. Tekîn wiha got: "Sibetirê saet di 07.00'a de em çûn Qereqola Cendirmeyan a Giyadînê û Midûriyeta Polîsan a Giyadînê. Lê herdu saziyan jî em mijul kirin berê me dan dozgeriyê."

'HÛN NIKARIN CANEZEYÊ LI HERÊMA ŞER BIGIRIN'

Tekîn da zanîn ku bi Dozgeriya Agiriyê re hevdîtin pêk anîye lê tu encamek negirtiye û wiha berdewam kir: "Em çûn dozgeriyê. Dozger telefon derxist û ji win nivîsek xwend. Belê kurê we miriye. Lê hûn nikarin li herêma şer cenaze bigirin. Tiştek ji destê min nayê. Min jî gote dozger em çibikin we agahî daye me."

'EZ ÇÛM MORGA NEXWEŞXANEYÊ'

Tekîn destnîşan kir ku piştî rojekî çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê Lê wir cenaze tunebû û wiha axivî: "Min li morga nexweşxaneyê mêze kir. Ji wê rjê heta niha em neçar disekinin. Ev polîtîkayêkî qirêj e û şaş e. Ewletê me xapandin û ji wir şandin vir. Ger kurê min jiyana xwe ji dest dabe û vî dizanin bila cenaze bidin me. Ger ku sax be çima dibêjin mirî ye? Çima me dixapînin?"

Tekîn diyar kir ku ji roja polîs hatine ber deriyê wan saziyê dewletê yê neçûne nemaye û dewlet îşkenceya psîkolojîk li wan dike.