AMED - Platforma Ji Xirakirina Sûrê re Na, bi civîna çapeniyê avabûna xwe îlankir. Hevserokê DBP’a Bajar Zekî Baran, diyar kir ku divê UNESCO tişta dikeve ser milê wan pêk bîne û li dijî vê xirakirinê raweste.
Platforma Ji Xirakirina Sûrê re Na, a hemû dînamîkên bajar bi armanca piştgiriyê bidin welatiyên li dijî xirapkirina Sûrê li ber xwe didin hatine gel hev, avakirina xwe îlan kir. Hevparên platformê tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya DBP’a Amedê hat dayîn bûn. Di civînê de Hevserokê DBP’ê yê Bajar û endamê platformê Zekî Baran axivî û diyra kir ku platforma wan ji bo li dijî xirakirina Sûrê raweste piştgiriyek mezin dibîne.
Baran da zanîn ku ger ew hemû bi hev re li dijî xirakirinê rawestin, dê bikarin xirakirinê rawestînin û wiha got: “Ji ber ku Gel û Sûr bi rewşek rûreş re rû bi rû ne. Ev platform ji aliyê partiyên siyasî ve ne hatiye avakirin. Divê hemû kes cihê xwe di nav de bigire. Em bang li herkesî dikin. Werin cihê xwe di platformê de bigirin û ji xirakirina Sûrê re bêjin ‘raweste’. Divê UNESCO tişta dikeve ser milê wan pêk bîne û li dijî vê xirakirinê raweste.”
‘EM Ê BI HEV RE LI DIJÎ XIRAKIRINÊ RAWESTIN’
Hevseroka Odeya Plankirina Bajar a Amedê Buşra Cîzrelîogullari jî da zanîn ku ji hemû aliyên Tirkiyeyê piştgirî ji wan re tê û wiha axivî: “Em ê bi piştgiriyan û hemû bi hev re li dijî xirakirina Sûrê rawestin. Em ê civîna destpêkê ya platformê ji çapemeniyê re girtî pêkbînin û biryarên girîng bigirin. Em ê di çarçoveya planên hatine danîn de xebatên xwe bidomînin.”
Hevseroka HDP’a Amedê Gulşen Ozer, dest nîşan kir ku ne tenê partî hemû kews dikarin di platformê de cihê xwe bigirin û wiha got: “Em bang li hemû pêkhateyên Tirkiyeyê dikin ku cihê xwe din ava platformê de bigirin. Li dijî xirakirina Sûrê rawestîn rewşeke mirovî ye û tişta ji destê me tê em ê bikin.”