Ji HDK'ê daxuyaniya Geziyê:Têkoşîna azadiyê xurtir bikin

STENBOL - Lijneya Rêveber a HDK’ê di 4’emîn salvegera Geziyê de bang li hemû kesî kir ku têkoşîna azadî û demokrasiyê xurtir bikin.

Lijneya Rêveber a HDK’ê bi boneya 4’emîn salvegera berxwedana Geziyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Bi rihê Geziyê em ê biserkevin” hat weşandin de bal hat kişandin ser binpêkirinên mafan ên di OHAL’ê de û şerê li Kurdistanê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Têkoşîna hevpar a di Geziyê de derket bê nîqaş rê û rêbazên me yên bingehînin. Di pêvajoya OHAL’ê de, referanduma serokatiyê ya bê wekhevî pêk hat, bi darbeya ku YSK’ê pêk anî rewşa nerewa derketiye holê. Divê neyê ji bîrkirin ku ligel hemû dengên bêhiqûqî yên ji aliyê Qesr û aliyê dewletê ve hatine zêdekirin jî îradeya ku ‘Na’ da qezenckirin hiş û hêza berxwedana Geziyê bû. Raperîna Geziyê, bûye avakarê israr û têkoşîna bê navber a meclîsên gel, gel, bindest, bawerî, karker, jin, LGBTÎ yan.”

Di daxuyaniya balhat kişandin ser hêza yeketiyê de kesên li Gezî, Rojava û Reqayê jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û ev tişt hatin diyarkirin: “Di 4’emîn salvegera Geziyê de, rihê Geziyê ku me bi şîara ‘Li qadan, barîkatan cudabûnên me bingehê me ne’ ava kir, di nokteya têkoşîna li dijî faşîzmê mezinkirinê de em soz didin ku em ê tişta dikeve ser mile me bi cih bînin. Em bang li hemû aştiya yeketiya bindestan dikin ku têkoşîna azadî û demokrasiyê mezintir bikin.”