Li Mêrdînê 5 kes serbest hatin berdan

MÊRDÎN - Li Mêrdînê 4 jê keya bi giştî 5 kesên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di 23’ê Gulanê de di encama serdegirtina malan de endamê PM’ê yê kevin ê DBP'ê Emrullah Kalkan, keyayê taxa Cirzê Mehmet Çelebi, keyayê taxa Qûzêrîpê Necatî Yalçinkaya, keyayê taxa Kunufur Abid Demîrcan û keyayê taxa Baqestan Ahmet Balikçi hatibûn binçavkirin. Piştî karên Mîdurîyeta Polîsan a Mêrdînê 5 kesên bi hinceta îxbarê hatibûn binçavkirin anîn adliyeyê.

Dozgeriyê her 5 kesan serbest berda.