NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanê kurd ê bi navê Diyako Haşimî yê ku de ji Fînlandiyayê ji bo biçe serdana bavê xwe yê nexweş çû Îranê bi hinceta “Sîxûre” hat binçavkirin ji ber îşkenceya giran jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku gefa ‘werin cenazayê xwe bigirin û bêdeng bin’ li malbatê hatiye xwarin.
Li gorî agahiya Rêxistina Mafê Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê daye, çend roj berê ciwanekî kurd ê bi navê Diyako Haşimî di girtîgeha wezareta Îtlaatê ya bajarê Kerecê de, ji ber îşkenceya giran ya hêzên Îtlaata Îranê, jiyana xwe ji dest daye.
Rêxistinê derbarê mijarê de ev agahî parvekirin: “Ev ciwanê temenê wî 24 salî bû, ji gundê Pişteng ya Ruwansera bajarê Kirmaşanê ye û bi xwe niştecihê welatê Fînlandiyayê û malbata wî jî niştecihê bajarê Kereca Îranê bû. Diyako Haşimî, bi armanca serdana bavê xwe yê li nexweşxaneyê bike çûbû Îranê. Haşimî ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve bi hinceta ‘Sîxûre’ hatibû girtin û di encama îşkenceya giran de jiyana xwe ji dest da.”
Rêxistinê diyar kir ku berî çend rojan hêzên Îtlaata Îranê ji malbata Haşimî re gotine werin cenazeyê zarokê xwe bigirin, gef li malbatê xwarine ku bi tu awayî vê agahiyê bi tu kesî re û li tu cihî parve nekin.