Li Sêrtê 21 girtî hatin sirgunkirin

SÊRT - Li Girtîgeha Sêrtê 21 girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên cuda hatin kirin.

Ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê 21 girtiyên siyasî hate hînbûn ku sirgunî girtîgehên cuda hatine kirin. Têkîldarî sirgunê agahî nedan parêzeran û dema ku malbat duh ji bo hevdîtinê çûn girtîgeha agahiya sirgunê dan malbatan.


Di nameyeke girtiyan şandin de sedema sirgûnê wiha hate vegotin: "Em dema ku mafên xwe yên demokratîk dixwazin û hewl didin bi îdareyê re têkîliyan daynin ev şexs asetng dibin. Dema ku em çalakiya xwe pêk tînin ev kes navên hevalên me didin û dibin sedema sirgunan. Di heman demê de jî gefa dixwin. Di bin her tiştî de ev kes hene." Di nameyê de navên van kesan wekî gardiyan û midûrên bi navê H.K.B. M.A. û N.E tên ragihandin.

Girtiyên ku hatin sirgûnkirin ev in:

Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê: Vahdettîn Erdemcî, Giyasettîn Bîlen, Tamer Ozer.

Girtîgeha Erzînganê: Hasan Çarpar, Muşerref Ulu.

Girtîgeha Tîpa T a Wanê: Zekeriya Seven, Ferhat Batur.

Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê: Mekîn Er, Ceduh Batur, Bariş Dayan, Îzzet Tîmurtaş, Serdar Macîd, Şukru Yilmaz, Mesut Taniş, Şerîf Gurgen, Vedat Nas, Cemîl Selen, Cengîz Ulu, Mehmet Emîn Sezek, Metîn Baykan.

Girtîgeha Tokatê: Halît Aslan.