AMED - HDP li Amedê bi oldar û rûsipiyên bajar re civiya û pêvajo nirxandin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê bi oldar û rûsipiyên bajar re civiya û derbarê geşedanên dawî de nîqaş kirin.
Civîna ku malovaniya wê Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp, Ziya Pîr, Nîmetullah Erdogmuş, endamê MYK'a HDP'ê Omer Onen, hevserokên DBP û HDP'ê yên bajar kir li Navenda Çandê ya Cegerxwînê hat li darxistin. Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin de mijarên; nirxandina pêvajoya siyasî, nêrînên rûsipiyên bajar, rexne û pêşniyarên wan û nirxandinên derbarê pêvajoya pêşiya me dê bên nîqaşkirin.