AMED- Însiyatîfa Rojnamgerên Azad ji bo Serokê Lijneya Rêveber a DÎHA'ya hate girtin Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş daxuyanî da û xwest bên berdan
Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) ji bo Serokê Lijneya Rêveber a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hate girtin Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş ên hatin binçavkirin daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ligel ku mal, navnîşan, telefonên Ertaş û Guzupek diyar in û ger ku ji bo îfadeyê gazî bikin dikarin biçin jî binçavkirina wan nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Tirkiye ya ku nêzî salekî ye bi OHAL'ê ve tê birêvebirin gelek pêkanînên nedemokratîk û derveyî hiqûqê derketiye holê, azadiya îfadekirinê bi temamî di bin pêkûtiyê de ye. Weşanên çapemeniyê bi sansur û girtinan ve dîsa bi binçavkirin û girtinan ve li hemberî azadiya çapemeniyê pêkûtiyek mezin heye, Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê di li cihanê di nava 194 welatan de di rêza 163'emîn de ye. Karneya Tirkiyeyê ya binçavkirin û girtinan bêhtir xirab bûye. Divê pêkûtiyên li ser rojnamegeran bi dawî bibe û 2 hevalên me yên rojnamger ên hatine binçavkirin û hemû rojnamegerên girtî divê bên berdan. Em wekî Însiyatîfa Rojnamegerên Azad van pêkanînê ne hiqûqî û kêfî qebûl nakin û şermezar dikin."