ÊLIH - Li Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca 2 sal û 6 meh ceza hat birîn. Parêzerên ku dadgehê li hemberî daxwazên wan xwe li nedîtiyê danîn ji danişînê vekişiyan. Konca jî dema biryar bihîst wiha bertek nîşan da: "Hûn pêşî dibêjin ka daxwazên we çi ne. Lê belê hûn daxwazên me nanirxînin jî. Ji ber vê yekê huqûq tune ye. Biryarên ku berê hatine dayîn tên li vir tên xwendin. We huqûqê veguherandin gorên bênav."
5'emîn danişîna doza Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca ya ku bi hinceta beşdarî merasîma cenazeyê Cîhat Turkan ê ku li Sûra Amedê jiyana xwe ji dest da bûye û di merasîmê de "Propagandaya rêxistinê" kiriye lê hat vekirin, îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Di rûniştinê de Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP, DBP, KCD'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, parzerên baroyên Amed û Êlihê jî amade bûn.
PARÊZER JI DOZÊ VEKIŞIYAN
Danişîn bi xwendina îdianameyê dest pê kir û bi parêziya parêzeran domand. Parêzerr Bayram Aslan ê ku di danişînê de parêzî kir, got ku Konca bi awayekî derhuqûqî hatiye girtin û biryar biryareke siyasî ye. Arslan, beyanên xwe yên berê dubare kir û xwest ku muwekîla wî bê tehliyekirin. Parêzer Kubra Demir jî anî ziman ku ew dixwazin ji dosyeyê vekişin û wiha got: "Ev dosye di dîroka derhuqûqiya Tirkiyeyê de cihê xwe girt. Dosye ji derhuqûqiyan derbas nabe."
Piştî ku daxwaza dema pêvekî ya der barê esasê de ji hêla dadgehê ve hat redkirin, parêzerên Koncayê biryara vekişîna ji dozê dan. Parêzerên ku ji eywana dadgehê derketin, wek temaşevan beşdarî danişînê bûn. Piştî vê parêzerên Baroya Amedê xwestin ku ew mudaxilî dozê bibin. Dadgehê, bersiva daxwaza mudaxiliyê ya parêzerên Baroya Amedê neda.
CEZA HAT BIRÎN
Piştî vekişîna parêzeran, Konca parêzî kir. Piştî parêziya Koncayê dadgehê 2 deqîqe navber da danişînê û piştî navberê biryara xwe daxuyand. Dadgehê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" 2 sal û 6 meh ceza li Koncayê birî. Heyeta dadgehê, berdewamiya girtina Koncayê jî da.
KONCA: WEK HUQÛQ VEGUHERAND GORÊN BÊNAV
Konca ya ku biryar bihîst wiha got: Kararı duyan Konca, “Hûn pêşî dibêjin ka daxwazên we çi ne. Lê belê hûn daxwazên me nanirxînin jî. Ji ber vê yekê huqûq tune ye. Biryarên ku berê hatine dayîn li vir tên xwendin. Li Stenbolê hin goristanên bênav hene. Ev goristanên bênav gorên celadên dema Osmanliyê ne. We huqûqê veguherandin gorên bênav. Wek kesên hilbijartî em ê têkoşîna xwe bidomînin."