MÊRDÎN - Endamê Egitim-Sen a Mêrdînê Ahmet Ertunç wextê dibistanê bû ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hevalên Ertunç ên mamoste bertek nîşanî binçavkirinê dan.
Endamê Rêveberiya Şaxa Egîtîm-Sen'a Mêrdînê Ahmet Ertunç li Lîseya Endustriya Teknîkê û Pişeyî ya navçeya Artukluyê duh ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Ertunç nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Endamên Şaxa Egîtîm-Sen'ê îro bi armanca şermezarkirina binçavkirina Ertunç li Parqa Karayollariyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Divê Ahmet Ertunç demildest bê berdan û mafên sendikayi nayên astengkirin" dinivîsî hat vekirin.
'ARMANC BÊ ÎTIBARKIRINA PÎŞEYÎ YE'
Li ser navê mamosteyan Sekreterê Şaxa Egîtîm-Senê Ergîn Çetînkaya axivî û diyar kir ku hikûmeta AK Partiyê bi binçavkirin, girtin û jikaravêtinê dixwaze civakê biçewisîne. Çetînkaya bi bîr xist ku hevalê wan Ertunç li dibistana ku ders dide li cem heval û xwendekarên wî hatiye binçavkirin û wiha axivî: “Li gel ku agahî û adresa Ertunç li cem polîsan heye jî ji bo bê îtibarkirina pîşeyê wî li dibistanê binçavkirin. Bila bizanibin ku hevalê me Ertunç ne bi tenê ye.” Çetin banga berdana Ertunç kir.