Hevşaredara Geverê Kozay hat berdan

COLEMÊRG - Hevşaredara Şaredariya Geverê Adile Kozay ku piştî hat girtin qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin hat tehliyekirin.

Hevşaredara Şaredariya Geverê Adile Kozay, ku di 3'yê Kanûna 2016'an de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin hat tehliyekirin. Di danişîna ku li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin de biryara darizandina negirtî ya Kozayê hat dayîn. Kozay ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû û bi şertê venêrîna edlî hat berdan.