Li Licê gundekî din jî tê valakirin

AMED - Piştî ku gundê Zara yê Licê ji aliyê leşkeran ve hat valakirin, bi ser gundê Hurê ve jî hat girtin û ji gundiyan hat xwestin ku demildest gund bê valakirin. Leşkeran gundiyên gundê Zara û Hurê vala kirin û ji wan xwestin ku gund vala bikin.

Walîtiya Amedê piştî ku 104 gund û gunikên navçeyên Licê, Hezro, Hênê, Pîran, Karaz û Pasûrê qedexe îlan kir, operasyona bi beşdariya 10 hezar leşker û cerdevanan hate destpêkirin di roja 3'yemîn de berdewam dike. Bi taybetî jî gelek leşker li çoltera Licê hatin bicihkirin, di şerê qewimî de îro 3 leşker mirin 5 leşker û cerdevanek birîndar bûn. Bi dijwarbûna pevçûnan re leşkeran bi ser gundê Zara yê Licê de girt û ji wan xwest ku gund vala bikin. Piştî valakirina gundê Zarayê, leşkeran bi ser gundê Hurê de jî girt û ji gundiyan xwestin ku demildest gund valakirin.

Leşkeran gundiyên gundê Zara û Hurê vala kirin û ji wan xwestin ku gund vala bikin. Li gor agahiyên ku gundiyan ragihandin ku, gudniyên ku ji gundê Zarayê hatin derxistin jî anîne ber mizgefta gundê Hurê û ji wan hatiye xwestin ku demildest gund vala bikin. Li ser vê gundiyan xwest telefonî malbatên xwe bikin û ew agahdar bikin. lê belê leşker û tîmên taybet nehiştin ku gundî telefon bikin û telefonên wan girtin.

Leşkeran bi ser mala Ayşe Kaplan (68) û Bekir Kaplan (70) ku li gund dijîn, d ejî girtin û xwestin demildest mala xwe biterikînin. Malbata Kaplan, der barê pêkûtiyan de ev tişt gotin: "Leşkeran bang li kurê me Ehmed kir û navê wî jê pirsîn. Dema kurê me got navê min Ahmet e, leşkeran got 'biçe nasnameya xwe bîne'. Gerînendeyê gelheyê di nasnameyê de navê wî Ehmed nivîsandiye. Leşkeran jê pirsî ku çima navê wî cuda ye û heqaret lê kirin. Paşê ew binçav kirin. Me xwest em bi hemberî vê binçavkirinê rawestin, lê belê leşkeran got 'Ecele ji malê derkevin, an jê em ê we jî binçav bikin.' Ehmed birin. Me jî anîn ber mizgefta gund."