AMED - Hat zanîn ku Serokê Desteya Rêveberiya DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Zekeriya Guzupek û edîtorê kurdî Mehmet Ali Ertaş, ku di serdegirtina malê de hatin binçavkirin, li ser îxbarên bêbinî hatine binçavkirin.
Îro ber destê sibehê di serdegirtina malê de Serokê Desteya Rêveberiya DÎHA ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin û edîtorê wê yê kurdî Mehmet Alî Ertaş hatibûn binçavkirin. Parêzer Resul Tamur çû Muduriyeta Polîsan a Bajêr û hevdîtin çêkir. Tamur, ragihand ku rewşa rojnamgeran baş e. Tamur got ku, li ser îxbareke bêbinî hatine binçavkirin. Tamur, diyar kir ku li ser îxbareke bênav û bêbinî ya ku li muduriyeta polîsna hatiye kirin, kesên di dest wan kîsik û çek hene ketina mala ku Guzupek û Ertaş lê dimînin, lê belê di lêgerîna malê de ji bilî Guzupek Û Ertaş tu kes nebûne û îxbar bêbinî derketiye. Tamur, da zanîn ku di lêgerînê de çend pirtûk hatine desteserkirin.
Tamur, got ku hîn îfadeyên muwekîlên wî nehatine wergirtin.