ŞIRNEX - Helîkoptera bi tîpa Coogeer a ku ji qereqola cendirmeyan a li Bajaroka Sêgirkê rabû ket û 13 leşker mirin.
Helîkoptera leşkerî ya ku ji Qişleya Cendirmeyan a Bajaroka Sêgirkê ya Qilebana Şirnexê rabû, li herêma Kume Evlerê ya li Taxa Ay Yildizê ye ji ber sedemeke ku nehat zanîn ket. Piştî bûyerê gelek ambulans û ekîbên rizgarkirinê hatin şandin. Leşkerên payebilind jî di nav de 13 leşker mirin.
TSK: 13 LEŞKER MIRIN
TSK der barê qezaya helîkopterê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku helîkopterek bi tîpa AS 532 COUGAR dema ji Fermandariya Tûgaya Sêgirkê ya Şirnexê rabûye li têlên ceryanê qelibiye û saet li dor 20.55'an ketiye. TSK, di daxuyaniyê de got ku di qezayê de 13 leşkerên wan mirine û lêkolîna der barê bûyerê de didome.
WEZÎRÊ PARASTINÊ ÇÛ HERÊMÊ
Ajansa Anadolûyê ragihand ku Wezîrê Parastina Netewî Fikri Işik, ji bo lêkolînê çûye Şirnexê.
WALÎTÎ: HELÎKOPTER LI TÊLAN ALIQÎ
Walîtiya Şirnexê jî der barê mijarê de daxuyanî da û wiha got: "Helîkoptereke me ya bi tîpa Coogeer dema ku ji Bajaroka Sêgirkê ya Şirnexê rabû bi 3 deqîqeyan şûnde li têlên ceryanê qelibiye û ketiye. Ekîbên rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatine kirin."