General Aydin ê ku operasyona Katoyê bi rê ve dibir mir

ŞIRNEX- Fermandarê 23'yemîn Tumena Sînor a Cendirmeyan General Aydogan Aydin, ku operasyona li herêma Katoyê bi rê ve dibir, di helîkoptera ku li Bajaroka Sêgirkê ket de mir.

Helîkoptera leşkerî ya ku ji Qişleya Cendirmeyan a Bajaroka Sêgirkê ya Qilebana Şirnexê rabû, li herêma Kume Evlerê ya li Taxa Ay Yildizê ye ji ber sedemeke ku nehat zanîn ket. Leşkerên payebilind jî di nav de 13 leşker mirin. Hat daxuyandin ku di nav kesên ku di qezaya helîkopterê de mirine Fermandarê 23'yemîn Tumena Sînor a Cendirmeyan General Aydogan Aydin jî heye.

Aydin, operasyona ku ji 18'ê Nîsanê ve li herêma Katoyê dest pê kiriye bi rê ve dibir.