EDENE - Girtiya nexweş Ozgul Yaşa, anî ziman ku tedawiya wê nayê kirin û ew nikare pêdiviyên xwe yên şexsî jî bi cih bîne û wiha got: "Rewşa min krîtîk e. Niha beşek serçavê min, çene, ziman, diran, guhê min tevizandî ne. Di deng û gewriyê de pirsgirêkên min hene. Tim serê min diêşê û bêhal im. Li gel ku rapora bijîşk heye jî, zewadeyên pêvekî yên ji bo tedawiya min pêwîst in nayên dayîn."
Girtiya nexweş Ozgul Yaşa ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin, der barê rewşa tenduristiya xwe de nameyek şand. Yaşa, di nameyê de ragihand ku dema wê li dijî DAIŞ'ê şer kiriye ew bi awayekî giran birîndar bûye û ji bo tedawiyê hatiye Tirkiyeyê. Yaşa, anî ziman ku ew li Tirkiyeyê di 5'ê Mijdara 2014'an de hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Yaşa, binpêkirinên mafan ên ku ji roja hatiye binçavkirin û heta niha bi wan re rû bi rû maye vegotin.
'BIJÎŞKAN BERPRISIYARÎ WERNEGIRT'
Yaşa, anî ziman ku piştî ku ew hatiye binçavkirin bi awayekî birîndar 3 rojan di hucreyê de hatiye ragirtin û bêyî ku kontrola wê ya tenduristiyê bê kirin ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin. Yaşa, got ku ew li girtîgehê 3 rojan di hucreyê de hatiye ragirtin. Yaşa, anî ziman ku piştî hefteyekê şûn de li ser daxwaza wê ew birine nexweşxaneyê. Yaşa got ku, li nexweşxaneyê hin tetkîk hatine kirin, lê belê ne encama tetkîkê û ne jî ya muayeneyê bi tu awayî ranegihadine wê. Yaşa, ragihand ku piştî muayeneyê bi 3 mehan ew dubare çûye bijîşk û bijîşk jê re wiha gotiye: "Li çena te gelek cihên şikestî hene. Başbûna van şikestinan zehmet e. Ji ber vê ez nikarim emeliyat bikim. Terapiya fizîkî divê." Yaşa, diyar kir ku cerahê fizîkî yê pê re eleqedar bûye ew sewqî beşa tedawiya fizîkê kiriye, lê belê ji ber ku bijîşk nehatine şandin tedawiya wê nehatiye kirin. Yaşa wiha domand: "Her du bijîşkan jî di warê ew ê pêvajoyeke tedawiya ya çawa bidin destpêkirin de berpirsiyarî wernegirtine. Min di vî halî de hiştin. Li ser vê min jî gilî kir."
'GOTIN TIŞTEKÎ BÊ KIRIN TUNE YE'
Yaşa, ragihand ku piştî demekê careke din ew birine nexweşxaneyê û bijîşkan jê re gotiye, "Ji ber te em mecbûr man ku biçin îfadeyê bidin". Yaşa, wiha diyaloga xwe û bijîşkan ragihand: "Ji ber vê zaf hêrs bûn, bertek nîşan dan. Lê belê, tenduristiya min li holê ye. Beşa tedawiya fizîkî ji min re got 'biçe, 7 meh şûn de were. Heta wê çaxê heke hestiyên şikestî bicebirin em ê careke din li weziyetê binihêrin.' Her carê diçûm revîra girtîgehê, min sewqa xwe ya nexweşxaneyê çêdikir û diçûm kontrolê. 3 caran çûm kontrolê. Çend caran tevgereke devan nîşanî min dan û xwestin ku ez egzersîzan bikim. Lê belê di warê emeliyatê de tu tişt ji min re negotin. Di demên dawî de ji ber guherandina pêvajoya her tiştî bandorê li vê weziyeta min kir. Cara dawî dema çûm nexweşxaneyê ji min re gotin 'tiştekî ku bê kirin tune ye' û ez paş ve şandim."
'BI ZORÊ XWE TEV DIDIM'
Yaşa, ragihand ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê bi awayekî cidî didomin û wiha axivî: "Nayêm tedawîkirin. Yanî heke bi awayekî şênber vebêjim; gule ji hêla çepê ya serçavê min yanî tam li ser difin ketiye û ji hêla çepê ya serê min yanî ji paş guhê min derketiye. Zêdeyî salekê ji ber ku zimanê min ditevizî, çena min nedilebitî min nikaribû biaxive. Nikarim xwe tev bidim û tim sabît disekinim. Min nikaribû razê, bimeşim û pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bînim. Salekê min tim zewadeyên avî vexwarin. Niha kêm zêde dikarim biaxivim. Lê belê gelek weziyetên neyînî didomin. Hîn hêleke zimanê min tevizandî ye. Bi zorê xwarinê dixwim. Ji ber nikarim çena xwe bi kar bînim, li nav diranên min bi qasî tiliyekê tewqtewqîbûn çêbû. Li gor berê weziyata min a tevgerînî hindik be jî çêbûye, lê belê zehmetiyan dikêşim. Ji ber ku tim serê min diêşê, bi awayekî kontrolî tevdigerim."
'LI GEL RAPORA BIJÎŞK HEYE JÎ ZEWADEYÊN PÎVEKÎ NAYÊN DAYÎN'
Yaşa, anî ziman ku dema ew li Girtîgeha Jinan a Karataşa Edeneyê dima bi rapora bijîşk zewadeyên pîvekî dihatin dayîn, lê belê niha li Girtîgeha Jinan a Tîpa C a Tarsûsê her çi qas rewşa wê xerabtir bûye jî û rapora bijîşk heye jî heman zewade nayên dayîn. Yaşa wiha diyar kir: "Tedawiya min nayê kirin. Çend caran çûm revîrê. Lê aqlê mirov nagire, min sewqî bijîşkê diranan kirin. Bijîşkê diranan nikaribû diran jî paqij bike. Rewşa min krîtîk e. Niha beşek serçavê min, çene, ziman, diran, guhê min tevizandî ne. Di deng û gewriyê de pirsgirêkên hene. Tim serê min diêşê û bêhal im. Ya herî girîng jî ez tiştan ji bîr dikim. Di demên dawî de bi OHAL'ê re şert û mercên min ên jiyanê zehmetir bûn. Derfetên tedawiya min kêm in û nayêm tedawîkirin. Pêvajoya girtîgehê ji bo tendurstiya min nebaş e. Şert û mercên me girantir dibin û niha ez bi rewşeke ku ji nû ve bêm darizanin re rû bi rû me."