BEDLÎS - Ji 5 keyayên ku ji aliyê Qeyemeqamê Elcewazê ji peywirê hatin dûrxistin, Keyayê Gundê Esenkiyiyê Hudeyda Koçak, anî ziman ku qeymeqamê ku heqaret li wan kirin û gef li wan xwarin, ji ber ku dengê "Na" derketiye dawî li peywira wan aniye.
Ji ber ku li gundên wan dengê "Na"yê derketine, Keyayê Gundê Akyaziyê Burhan Vural, Keyayê Gundê Gumuşdovenê Erdal Subaşi, Keyayê Gundê Esenkiyiyê Hudeyda Koçak, Keyayê Gundê Îpekçayirê Mehmet Alkan û Keyayê Gundê Aşagi Suphanê Medeni Ovmen ên girêdayî navçeya Elcewazê ya Bedlîsê ne, ji aliyê Qeyemeqamê navçeyê Arif Karaman ve ji peywirê hatin avêtin. Keyayê Gundê Esenkiyiyê Hudeyda Koçak, diyar kir ku hefteyek berê Qeyemeqam Karaman gazî wan kiriye. Koçak, got ku qeymeqam heqaret li wan kiriye û ew ji peywirê avêtine.
DEMA 'NA' LI PÊŞ BÛ...
Koçak, anî ziman ku di hilbijartina 16'ê Nîsanê de li gund 12 "Erê" û 160 "Na" derketine û wiha got: "Qeymeqam li avahiya qeymeqamtiyê bi me re civînek çêkir. Qeymeqam der barê me de hin îdia avêtin holê. Bi ser me de qîriya. Heqaret li hin hevalên me kir. Ji hevalekî me re jî got 'Bêşeref kurê bêşerafan, bênamûs kurê bênamûsan'. Ji ber ku li her 5 gundan jî dengê 'Na'yê zêdetir bûn biryareke wisa hatiye wergirtin. Me ji bilî peywira xwe tiştekî din nekir."
QEYMEQAM GEF XWARINE
Koçak, da zanîn ku di pêvajoya referandûmê de jî Qeymeqam Karaman hatiye gundê wan û gefa "Heke li gundê we dengê 'Erê' dernekeve ez ê dest deynim ser mohrên we" li wan xwariye. Koçak wiha axivî: "Roja hilbijartinê jî qeymeqam hat gundê me. Min xwest merhebaya wî bikim, lê belê destê min li hewayê ma û silava min negirt."
‘QEYMEQAM YA XWE KIR'
Koçak, anî ziman ku der barê avêtina ji peywirê tu belgeyeke nivîskî ji wan re nehatiye şandin û wiha got: "Ji ber ku dengê 'Na' zêde derketin, me ji peywirê avêt. Li gundên din jî keya bi heman sedemê ji peywirê hatin avêtin."
Keyayê Gundê Gumuşdovenê Erdal Subaşi jî got ku, der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.