AMED - Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Mehmet Temizyuz, dest nîşan kir ku her diçe li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin. Temizyuz, anî ziman ku lêgerîna tazî, tacîz, ferzkirina axaftina bi tirkî û gelek îşekence tên kirin û wiha got: "Peyrewên Esad Oktay di dewrê de ne."
Bi OHAL'ê re li girtîgehan binpêkirinên mafan, îşkence û sirgûn zêdetir bûn. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Mehmet Temizyuz, binpêkirinên mafan nirxandin û dest nîşan kir ku çewisandin û derhuqûqiyên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ne.
‘PERGALA ÎMRALIYÊ LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV DIBE'
Temizyuz wiha got: "Bi OHAL'ê re ferasteke ku wek tîpa F û T'yê kesan îzole dikin û ji jiyanî qut dikin tê pêşxistin. Dixwazin hemû zindanan bikin wek Îmraliyê." Temizyuz, ragihand ku derhuqûqiya ku herî zêde girtî rastî wê tên ew e ku, bêyî ku hayê malbat û parêzeran pê bixin tên sewqkirin.
‘ÎŞKENCEYA DERÛNÎ LI MALBATA TÊ KIRIN'
Temizyuz, der barê sewqkirinên li girtîgehan wiha axivî: "Berê mafê girtiyan ê ku mehê carekê bi malbataên xwe re hevdîtinê çêbikin hebû, lê niha ev kirine 2 mehan carekê. Di warê mafên wan ê telefonê de sînorek hatiye dayîn. Wergirtina pirtûkan, derketina hewadariyê hemû zehmet bûne. Li gel vê li malbatên ku ji bo hevdîtina zarokên xwe diçin girtîgehan, lêgerîna tazî, taciz tên ferzkirin. Her wiha nahêlin malbatên girtiyan bi girtiyên din re wêneyan bikişînin û malbatên ku nizanin bi tirkî bi gotinên wek 'Çima hûn nizanin bi tirkî' biçûk tên xistin."
‘PEYREWÊN ESAD OKTAY DI DEWRÊ DE NE'
Temizyuz, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê bêedaletî û binpêkirinên mafan ji salên 80'yî heta niha qet neguherîne û her diçin zêde dibin. Temizyuz, got ku kesên di salên 80'yî de avêtin girtîgehan, niha zarokên wan digirin. Temizyuz, bûyereke ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê qewimî vegot. Temizyuz, dest nîşan kir ku mafên girtiyan hatine sînordarkirin, rêveberiya girtîgehê wek rêveberiya Esad Oktay ê ku di salên 80'yî de li zindanên Amedê dimeşand tevdigere. Temizyuz, got ku mudurê girtîgehê ji girtiyan re gotiye "Ez Esad Oktay im û ez ji bo we hatime vir."
14 ROJ IN DI HUCREYÊ DE YE
Her wiha hat zanîn ku Suleyman Ucakan ê ku di 3'yê Gulanê de li Mûglayê hat binçavkirin û di 18'ê Gulanê de hat girtin, 14 roj in li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Birayê Ucakan, Rutbettin Ucakan wiha got: "Em tu xeberê ji kekê min nastînin. Tenê em bi tiştekî dizanin, ew jî di hucreyeke yekkesî de ye. Ragirtina mirovekî di hecreyekê de sûcê mirovahiyê ye. Em vê yekê qebûl nakin."