TOKÎ welatî xapandin: 30 da îmzekirin, 120 xwest!

WAN - Li Riya Armûşê welatiyan ji bo jîngehên TOKÎ'yê yên ku di sala 2011'an de hatin çêkirin peymaneke 30 hezar TL îmze kiribûn, lê belê TOKÎ 120 hezar TL deyn da ber welatiyan. Welatiyên ku doz li TOKÎ'yê vekirin, 2 sal in li benda encamekê ne.

Li Taxa Xaçortê ya Riya Armûşê ya Wanê, welatiyan ji bo jîngehên TOKÎ'yê yên di sala 2011'an de hatin çêkirin peymaneke 30 hezar TL'yî îmze kiribûn, lê belê TOKÎ 120 hezar TL deyn da ber welatiyan. Welatiyên ku xwediyê erseyan e diyar kirin ku ew hatine mexdûrkirin. Her çi qas welatî doz vekiribin jî, ev 2 sal in di dozê de tu geşedan xwe nedane der.

DEMA MIJAR DIBE TOKÎ HER TIŞT DIGUHERE

Yek ji parêzerên dozê Cesim Kaya, balê kişand ser dema ku boriye û wiha got: "Em li dozên ku emsalî vê dozê ne dinihêrin. Li Bûrsa, li Stenbolê hatin vekirin. Dema mijar dibe TOKÎ dadwer bi awayekî cuda tevdigerin. Li cem dadweran jî dozîniya parastina TOKÎ'yê heye."

‘HUQÛQNAS IM, LÊ MIN JI WÊ NIVÎSÊ TIŞTEK FÊM NEKIR'

Kaya, anî ziman ku kaxezên ku îfadeyên xumam tê de cih digirtin bi welatiyan dane îmzekirin û wiha axivî: "Tenê di kaxezên ku îmzekirine de tiştên hatine nivîsandin dixwazin. Di kaxezê de 30 hezar TL hatiye nivîsandin, lê belê yê tê xwestin 120 hezar TL ye. Welatî bi awayekî mafdar vî tiştî qebûl nakin. Tiştekî zelal tune ye. Ez huqûqnas im, lê dema min ew nivîs xwend min jî tiştek jê fêm nekir.

Kaya, anî ziman ku di navbera xwediyê erseyan û nexwediyê erseyan de tu ferq tune ye û ev tişt gotin: "Di kaxeza ku TOKÎ daye îmzekirin de, li gor madeya 3'yemîn ev tên mexdûrkirin. Madeya 3'yemîn wiha ye: 'Heke di navbera bedêla enqaza şevnişînê û qada ku min dagir kiriye de ferqek hebe, dê kirrariya vê li gor plana dayînê ya TOKÎ'yê bê kirin.' Ji ber ku ev tişt bi awayekî gilofîtkî nivîsandine, mirovan tiştek jê fêm nekiriye û îmze kirine. Mirovan ji bo 30 hezar TL'yî îmze avêtine bin vê madeyê. Ev ji bo welatiyan bûye tehdît. Wisa îmze kirine. Erseya welatiyan û yên din wek hev hesibandine. Di navbera kesên ku erse dane û yên ku bi awayekî normal kirîne de tu ferq tune ye. Erseya mirovan bi kar tînin, lê li aliyê din mirovan mexdûr dikin."

DADWER: TOKÎ DIKARE TIŞTEKÎ WISA BIKE

Kaya, parve kir ku doz ji sala 2015'an ve didome û 2 dosyeyên dozê ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin û wiha axivî: "Dadgehê 2 dosye red kirin. Îhtimala redkirina van dosyeyên ku di dest me de ne jî heye. Dadwer dibêjin 'Dibe, TOKÎ dikare tiştên wisa bike.' Li ser eraziyên welatiyan avahî çêkirin û bi awayekî zêde ev firotin welatiyan. A rast armanca TOKÎ'yê ne kar e, armanca wê ya sereke ew e ku ji mirovan re qadên civakî peyda bike. Lê belê, dema em lê dinihêrin ku TOKÎ ji mutehîdan bêtir li pêyî karê ne. Berê li wir 40 daîre hebûn, niha li wir 80 daîre hene. Wan difiroşe xwediyê cih û wan 120 hezar lîreyî deyndar derdixîne. 40 daîreyên mayî jî difiroşe mirovên din. Wan daîreyên mayî herî kêm bi 160 hezar lîreyî difiroşe. Di peymana ku hatiye îmzekirin de 30 hezar lîre dinivîse, lê deynê wan 120 hezar lîre hatiye derxistin û dest bi dayîna deyn dikin. Mecbûr man, çimkî TOKÎ tim gefan li wan dixwe."

‘HEKE TIŞTEK JI VIR DERNEKEVE EM Ê BIÇIN DMME'YÊ'

Kaya, parve kir ku doz birine Dadgeha Îstînafê ya Erziromê û wiha got: "Paşê dê biryara dozên din bidin. Dema ev biqedin, em ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin. Heke tiştek ji vir jî dernekeve em ê serî li DMME'yê bidin. Mafê mulkiyetê heye û ev îhlalkirina mafê mulkiyetê ye. Mafê mulkiyetê mafekî gerdûnî ye. Dikare ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bê veguhastin."

‘GEF LI ME HATIN XWARIN'

Ji 180 malbatên ku hatin mexdûrkirin yek jê jî malbata Tekin e. Bavê 4 zarokan Tahir Tekin wiha axivî: "Beriya sala 2011'an gotin ev der dikevin çarçoveya veguherandina bajêr. Karmendên TOKÎ'yê gotin 'Em ê bi buhayekî guncan daîreyên li vir bidin we'. Li ser hevdu 3 civîn çêkirin. Piştî civînê ji me re gotin ku ew ê daîreyên 3+1 bi 70 hezar lîreyî û daîreyên 2+1 jî bi 53 hezar lîreyî bidin. Gotin, hûn ê li avahiyên hîn muferehtir rûnên. Dema welatiyan ev bihîst, ji bo li avahiyên hîn xweşiktir rûnên ev tişt qebûl kirin. Yên qebûl nekirin jî ji bo ji malên xwe derkevin gef li wan hatin xwarin. Gef li min jî xwarin.

HER KESÎ MEXDÛR KIRIN

Ji bo civînan gazî me dikirin. Em diçûn van civînan. Dema hejmara kesên ev tişt qebûl kirin zêde bû, me ji vir derxistin û malên me rûxandin. Me şandin xaniyên bikirê. Wê demê wan kirêyên me dan. Paşê em hatin li malê xwe bi cih bûn. Gazî me kirin da em biçin bankeyê. Dema em çûn ji pereyê ku ji bo me hatibû gotin pereyekî zêdetir dan ber me. Paşê me sedema vê pirsî. Lê me muxatabek nedît. Me jî çû parêzer girt. Li vir bêyî ku bêjin jin, zarok, extiyar hene em hemûyan mexdûr kirin. Em nikarin van deynan bidin. Gef li me xwarin, lê niha jî me deyndar kirin. Em ê dev ji vê dozê bernedin. Heke bivê em ê biçin DMME'yê."