Doza tazmînata manewî ya 3 qurişî li malbatên xwekujên ku komkujiya Enqereyê pêk anîn tê vekirin

ENQERE - Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10'ê Cotmehê, dê doza tazmînata manewî ya 3 qurişî li malbatên xwekujên ku komkujiya Enqereyê pêk anîn, vebike.

Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10'ê Cotmehê, dê doza tazmînata manewî ya 3 qurişî li malbatên xwekujên ku endamên DAIŞ'ê bûn û komkujiya Enqereyê pêk anîn vebike. Seroka Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10'ê Cotmehê Parêzer Mehtap Sakinci Coşgun wiha got: "Mebesta me ji vekirina vê dozê ew e ku, heke berpirsiyariya malbatên xwekujan hebe dê derkeve holê û bi vê re derxistina holê ya berprisiyariya cemaweriyê ye, ka gelo malbata ji bo zarokên xwe serî li yekeyên emniyetê dane yan na."

Coşgun, parast ku divê bombeyên zindî ji malbatên wan bi awayekî serbixwe neyên fikirîn û wiha axivî: "Me di darizandinên DAIŞ'ê de dîtin ku piraniya malbatan, di terhê jiyana DAIŞ'ê de dijîn. Ji ber vê yekê îfadeyên malbataên xwekujan zaf girîng e. Yunus Emre Alagoz ê ku komkujiya Enqereyê pêk anî xwedî girîngiyeke krîtîk e. Kekê wî Abdurrahman Alagoz, komkujiya Pirsûsê pêk anî. Ev rewş bi xwe dîmenê derdixîne holê. Piştî komkujiya Pirsûsê, heke malbata Algozê bihatana lêkolînkirin belkî komkujiya Enqereyê çênebûna."

Çoşgun wiha got: “Helbet armanca me ne pere ne. Ji ber vê yekê em dozeke 3 qurişî vedikin. Di komkujiyê de tiliya kê hebe, em ê dozê li wan vebikin."

‘EM Ê WEK DELÎL BERPÊŞÎ DADGEHA SEREKE BIKIN'

Coşgun, sedema din a vekirina doza tazmînata manewî wiha ragihand: "Hedefa me ya li vir ev e; hin malbatan li emniyet û yekeyên edlî îxbar kiribûn. Gotibûn 'Dibe ku zarokên me xwekuj bin', 'Dibe ku zarokê me jî tevlî DAIŞ'ê bibe'. Ev îxbar çi qas rast in an jî çi qas xelet in, em jî nizanin. Lê belê heke em van îfadeyan veguherînin îfadeyên nivîskî û wek delîl berpêşî dadgehê bikin, em ê yekser berpirsiyariya dewletê nîşan bidin."

Çoşgun, diyar kir ku heke doza tazmînata manewî bê vekirin dê ev doz li Dadgeha Asliye Huqûqê bê dîtin. Çoşgun wiha axivî: “Heke malbat wek îfadeya 'Me ragihadibû emniyetê û gotibû dibe ku zarokên me jî xwekuj bin' bidin, em ê daxwaz bikin ku ev îfade wek delîl tevlî dosyeye sereke bên kirin û dê bi vî awayî dewlet mecbûr bimîne ku bersivê bide me."

Coşgun ku di komkujiyê de hevjînê wê Uygar Coşkun jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku ewil ew ê dozê vebike û wiha got: "Em ê hewl bidin ku em hemû malbatan daxilî nav vê dosyeyê bikin. Em bang li malbatan dikin ku, dozê vebikin."