Dayîka Medenî Yildirim: Têkoşîn û êşa me bû yek

AMED - Di dema şermezarkirina çêkirina kaleqolên Licê de leşkeran êrîşî gel kiribûn, di encama êrîşê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û ji be 4 sale hêjî kujer ne hatine cezakirin malbat bi berteke. Dayîka Medenî Fahriye Gunduz Yildirin da zanîn ku kujerên kurê wê û kujerên Berkîn, Ethem, Alî Îsmaîl û yên din bê ceza hatine hiştin û got ku têşoşîn û êşa wan bûye yek.

Li gundê Hêzan ê navçeya Licêya Amedê, di 28’ê Hezîrana 2013’yan de dema gelê herêmê xwest qereqol-kalqolên tên çêkirin şermezar bikin rastî êrîşa bi çek a leşkeran hatin û di encama êrîşê de ciwanê bi navê Medenî Yildirim (19) jiyana xwe ji dest da. Leşkerê bi navê Adem Çîftçî yê bi sûcdariya “di bin tehrîka bêmaf de bi qest mirov kuştiye” û bi daxwaza 18 sal cezayê girtîgehê dihat darizandin ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat berdan û bi ser dosyayê de girtin. Ji ber têkoşîna li dijî şer Medenî Yildirim jÎ wekî şehîdên berxwedana Geziyê hat hesibandin. Ji bo di salvegera qetilkirina wî de kujerên Yildirim bên cezakirin malbat têkoşîna xwe didomîne

Dayîka Medenî Fahriye Gunduz Yildirin, bi cilê xwîn ê ji kurê wê maye sebra xwe tîne û her roj lê dinêre. Dayîk Yildirim, ji roja kurê wê hatiye qetilkirin heta niha ji bo amûrên taybet ên li ser kurê xwe bigire serî li hemû cihî da lê hêjî ne girtiye tenê cilê bi xwîn û şopa guleyê lê heye girtiye. Yildirim, diyar kir ku kesên ev êş bi wan dane jiyîn ê rojekê hesab bidin.

‘BIRYARA BERÊ HATIBÛ DAYÎN’

Yildirim, da zanîn ku piştî Medenî Yildirim hat qetilkirin bi keda xwe wan doz vekiriye, lê ji roja destpêkê heta niha wekî formalîte hatiye meşandin û wiha got: “Ligel ku di nava rojê de kurê min çawa qetilkirin di dîmenan de jî xuya dibe tu kesek nehat cezakirin. Roja dadgeha ku qatil hatin berdan dema em ketin salona dadgehê gelek tîmên taybet li salonê bûn. Cara yekem ez bi tiştek wiha re rû bi rû bûm. Ev diyar dike ku biryar beriya niha hatiye girtin. Roja dozê min cilê Medenî yê bi xwîn bir dadgehê û xwest bavêjim ser rûyê wan, dibe ku wijdana wan biêşe. Me 4 salan gelek êş kişandin. Me got dibe ku dad cihê xwe bigire me têkoşîn da lê ew jî ji me re zêde dîtin.”

‘BÊYÎ MEDENÎ ME ROJÊN ZEHMET DERBAS KİIRIN’

Yildirim, anî ziman ku Medenî bi zanebûn hedef girtin û qetilkirin û wiha pêde çû: “Fermandarê qereqolê ferman da û bi zanebûn kir. Fermandarê Qereqola Cenditmeyan a Kayaciyê yê ku fermana qetilirina Medenî da di 27’ê Hezîrana 2016’an de li gundê Kerwas fermana qetilkirina Mehmet Şîrîn Kocakaya da. Di dîmenan de hemû tişt vekirî li ber çavane. 4 sal derbas bûn, em evqas êş dikişînin lê kujer tên xelatkirin ev me pir diêşîne. Me bêyî Medenî rojên gelek zehmet dermas kirin.”

‘TÊKOŞÎN Û ÊŞÊN ME BÛN YEK’

Yildirim, bi lêv kir ku di berxwedana Geziyê de 7 ciwan wekî kurê wê ji aliyê polîsan ve htain qetilkirin û wiha domand: “Wan rojan dema min di televîzyonê de temaşeyî bûyerên Geziyê dikir, kurê min gort ‘Dayê 35 sale em her rol, îsot, cop, av û zilmê dibînin. Cara yekemîne rojava vana dibîne dê niha me baş fêm bikin’. Dema Ethem Sarisuluk hat qetilkirin kurê min gelek xemgîn bû. Medenî; ji bo Roboskî, Ceylan Onkol, Gezî, Berkîn Elvan her tim li qada bû. Bêmafê qebûl nedikir. Kujerên Medenî çawa bê ceza hatin hiştin kujerên zarokên di berxwedana Geziyê de hatin qetilkirin jî wiha bê ceza hiştin. Li Tirkiyeyê dad tune ye. Tişta ku em anîn cem hev, ev êş û bêhiqûqî ne. Êşa kesên di Geziyê de zarokên xwe windakirin û ya zarokên me bûn yek. Zarokên me beriya 4 salan hatin qetilkirin lê sal ser re derbas bibin jî jibîrkirin zehmete.”

Yildirim, destnîşan kir ku Licê hêjî dibin dorpêçek mezin de ye, kesên li wir dijîn di bin zextan de ne û wiha axivî: “Leşker hizurê nadin gundiyan. Li gundê Cinezurê leşker gefa ‘ger tiştek bibe em ê we hemûyan bikujin’ li gundiyan dixwin. Beriya niha gelek daristan hatin şewitandin. Ji ber qedexeyan me ne karî li bexçeyên xwe binêrin me tiştek jê negirt. Kesên dibêjin welatiyên sivîl zirarê nabînin bila binêrîn ka dibînin an na. Lê dîsan jî me axa xwe terk nakin. Zilma dewletê hertim zêde bû. Dibe îro gorek a Medenî hebe, li ser vê axê bi hezaran kesên ku bê gor mane hene. Dayîk nikarin biçin ser gora zarokên xwe jî. Ez dizanim ev çiqas zore. Medenî wê rojê ji bo qereqol-kaleqol neyên çêkirin li ber xweda, jiyana xwe ji dest da lê niha hemû cih bûne kalqol. Ligel hemû tiştî jî em ji sekna xwe tawîz nadin. Vê zilmê qebûl nakin. Ev qereqol ji derdên me re nabe derman dê mirin û hêsirên çavan bîne.”