Li dijî ESP û Partiya Şoreşger operasyon: 9 kes hatin binçavkirin

ÎZMÎR - Di operasyona li dijî endamên Partiya Şoreşger û ESP’ê de 9 kesên di nava wan de serokên bajar jî hene hatin binçavkirin.

Li dijî endamên Partiya Şoreşger û Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) li gelek bajaran operasyonên binçavkirinê hatin lidarxistin. Di operasyona li navenda Îzmîrê de 9 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ji bo binçavkirinan, çalakiyên bîranîna Îbrahîm Tufan Erogluer û Ayşe Denîz Karacagîl ên li Reqayê jiyana xwe ji dest dane wekî hincet hat nînandan.

Hat zanîn ku Helîn Ertekîn a li Mêrsînê hatiye binçavkirin dê bînin Îzmîrê û navê kesên hatine binçavkirin wihane; Nurhak Sabur, Ronî Dîtîn Goren, Ecem Selen, Seroka Partiya Şoreşger ê Îzmîrê Hazal Elçîn Yanar, Selîm Kabasakal, Muslum Şahîn, Recep Kizilagaç, Seroka ESP’ê yê bajar Ezgî Bahçecî.