NAVENDA NÛÇEYAN - Serfermandariya leşkeriya tirk û wezîr bi boneya helîkoptêra ket xwarê û 13 leşker jiyana xwe ji dest dan çûn Şirnexê û lêkolîn kirin. Hat aşkerekirin ku fermandarên di helîkoptêrê de fermandarên ku operasyona Çiyayê Kato bi rêve birin e.
Serokê Serfamandariya Artêşa Tirk Hulusî Akar û yên pê re bi boneya hin lêkolînan li cihê helîkoptera li Sêgirka Qilebena Şirnexê ket xwarê bikin çûn Şirnexê. Serfermandar Akar li Şirnexê bi Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Parastina Neteweyî Fikrî Işik û Wezîrê Bajarvanî û Hawîrdorê Mehmet Ozhasekî re hat gel hev. Serfermandar Akar, bi Fermandariya Hêzên Bejahiyê Salîh Zekî Çolak, Fermandarê Hêza Deryayê Bulent Bostanoglu û Fermandarê Hêza Hewayê Abidîn Unal li Şirnexê bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn.
Li bende yê ku Akar, fermandarên din û wezîr li Şirnexê tevlî merasîma cenazeyan bibin.
OPERASYONA KATO BIRÊVE DIBIRIN
Li gel Generalê Giştî Aydogan Aydin 12 leşkerên din ên paye bilind di encama ketina helîkoptêrê de jiyana xwe ji dest dan. Hat daxuyandin ku ev fermandarên di helîkoptêrê de jiyana xwe ji dest dane, operasyona bi rojane li Çiyayê Kato tê meşandin birêve dibirin.
MUHÎMATÊN DI HELÎKOPTÊRÊ DE TEQIYAN
Li aliyê din helîkoptêra ku li xeta ceryanê asê ma û bi bilindahiya 300 metroyan ji jor ketiye jêr. Piştî helîkoptêr dikeve xwarê muhîmatê di hundir de ji di teqin. Hat hînbûn ku Fermandarê Giştî Aydin û yên pê re bi boneya çeperên leşkeran bi şopînin û di saetên êvarê de li vegera Sêgirkê helîkoptêr ketiye xwarê.
JI FETO HAT BINÇAVKIRIN Û PIŞT RE PAYA WÎ BILIND BÛ
Tumgerenal Aydin yek ji wan kesê navê wî di hewldana 15’ê Tîrmehê de derbas dibe û demek ji peywîrê hat dûrxistin. Pişt re ku lêpirsîna wî bi dawî bû payeya wî hat bilindkirin û wî kirin tümgeneral. Her wiha Aydin tayînî Fermandariya 23’emîn a Leşkeriya Tumenê hatibû kirin.