7 Cenaze şandin bajarên wan û 6 cenaze jî şandin Saziya Tiba Edlî

ŞIRNEX - 13 cenazeyên leşkerên di helîkoptera li Qilebqanê ket xwarê de cenazeyê 7 ji wan şandin bajarê wan û 6 cenazeyên di nav de cenazeyê Tumgeneral Aydogan Aydin jî heye ber nayên nasîn ji teşhîsê şandin Saziya Tiba Edlî ya Enqere yê.

Ji bo 13 leşkerên di helîkoptera li Sêgirka Qilebana Şirnexê ket xwarê de, yên bi navê Albay Gokhan Peker, Yarbay Songul Yakut, Serdarê leşkeran Koray Onay, Serpel Nurî Şener, Serpelê Pîlot Serhat Siginak, Serçawîş Astsubay Mehmet Erdogan û Çawişê Pispor Zekî Koç li Şirnexê merasîm hat li darxistin.

7 CENAZE ŞANDIN BAJARÊ WAN

Di merasîma cenaze de Serokê Serfamandariya Artêşa Tirk Hulusî Akar, Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Parastina Neteweyî Fikrî Işik û Wezîrê Bajarvanî û Hawîrdorê Mehmet Ozhasekî, Fermandarê Hêzên Bejahiyê Salîh Zekî Çolak, Fermandarê Hêza Deryayê Bulent Bostanoglu û Fermandarê Hêza Hewayê Abidîn Unal û gelek rayedarên din ên saziyên dewletê amade bûn.

Piştî wecîbeyên olî 7 cenazeyan bi helîkopteran birin Balefirgeha Şerafettîn Elçî û bi du balefiran şandin bajarên wan.

6 CENAZE ŞANDIN TIBA EDLÎ

Cenazeyê Tumgeneral Aydogan Aydin, Albay Oguzhan Kuçukdemîr, Serpel Îlker Acar, Serpel Pîlot Abdulmutalîp Kesîkbaş, Serçawişê Teknîkê Astsubay Fevzî Kiral û Çawişê Pispor ê Piyade Hakan Încekal ji bo nasnameya wan bê teşhîskirin di saetên serê sibê de şandin Saziya Tiba Edlî ya Enqere yê.