STENBOL - HDKê, diyar kir ku wekî duh îro jî Sûr bi qirkirina çandî rû bi rû ye û wiha got: “Dixwazin li ser Sûra hatiye xirakirin, gorên beton ên ku rihê wan tune ne ava bikin. Dixwazin li ser vê xirakirinê rantê bidest bixin.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) derbarê xirakirina navçeya Sûra Amedê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser “Plana Têkbirinê” û ev tişt hatin gotin: “Rejîma AKP-Qesrê, bi ‘Plana Têkbirinê’ ya di sala 2014’an de amade kiriye bajarn xirakirin, bi sedan welatî qetilkiirn, gelê kurd ji hebûn û bajarên wê hatin derxistin û xwestiye demografiya Kurdistanê xira bike. Li bajarên Sûr, Gever, Nisêbîn, Cizîrê ku dîroka vê erdnîgariyê ne dixwazin hebûna gelê li vir tune bikin. Gel rastî qirkirina çandî anîn û dixwazin din ava girtîgehên beton de bigirin.”
HDK’ê bal kişand der dîroka 7 hezar sal a Sûrê û ev tişt anîn ziman: “Di Tîrmeha 2015’an de Sûr ketiye lîsteya UNESCO yê. Sûr ku xwedî girîngiyek dîrokî ye wekî duh îro jî bi qirkirina çandî re rû bi rû ye. Di dema dorpêça Sûrê de Serowezîrê wê demê Ahmet Davutoglu gotibû ‘emê bi veguhestina bajar re Sûrê ji nûve ava bikin’. Ji bo Sûrê hilweşînin li firsendekê digeriyan. Piştî xirakirinê taxên gel ji rntê re hatin vekirin. Bi vê re derdorên nêzî îktîdarê zengîn kirin û girseya ku bi nirxên çandî dijîn hatine belavkirin.”
'GORÊN BETON AVA DIKIN’
HDK’ê da zanîn ku xirakirina li taxên Alîpaşa û Lalebeyê dideome û ev tişt ragihandin: “Gelê Sûrê yê ku malên wan di salên 90’î de hatin şewitandin cara duyemîn malên wan tên xirakirin û dixwazin nasnameya wan bê tunekirin. Li ser Sûra hatiye xirakirin dixwazin gorên ji betonan ava bikin. Dixwazin li ser vê xirakirinê rantê bidest bixin. Xwedîderketina li gel û dîroka Sûrê û rawestandina êrîşan deynê stûyê me ye. Em bang li hemû kesî dikin ku piştgiriyê bidin Sûrê.”