Çalakiya parêzeran di hefteya 9’emîn de didome

STENBOL - Çalakiya parêzeran ya ‘Nobeta Edaletê’ ku ji bo parêzerên girtî dabûn destpê kirin di hefteya 9’emîn de didome.

Çalakiya ‘Nobeta edaletê’ ya ji aliyê parêzeran ve despê kirî di hefteya 9’an de li Edliye ya Stenbolê ya Çaglayanê berdevam kir. Gelek parêzer ji bo azadiya parêzerên girtî li ber deriyê C hatin cemhev. Xizmên parêzerên girtî ji beşdarê çalakiya wan bû û saetek nobet hat girtin.

Piştî nobeta saetek çalakî bi çepikan dawî bû.