Rapora Sûrê: Divê xirakirin demildest bê rawestandin

AMED - ÎHD û Odeya Tabîban a li du taxên Sûrê ku di bin navê "veguherîna bajar" de xirakirin didome lêkolîn kirin bal kişandin li ser binpêkirinên mafên mirovan û tenduristiya gel a di xetereyê de ye û xwestin xirakirin demildest bê rawestandin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Odeya Tabîban a Amedê li taxên Lalebey û Alîpaşa yên navçeya Sûrê yê di bin navê "veguherîna bajar" piştî ku di 23'yê gulanê de bi qutkirina av û ceryanê tên xirakirin lêkolîn kir û rapora ku amade kir parve kir. Civîn li avahiya ÎHD'ê hat lidarxistin û endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Şehmuz Gokalp, Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, rêveberên ÎHD'ê û Odeya Tabîban beşdar bûn. Heyetê daxuyand ku piştî li taxên tên xirakirin lêkolîn hatiye kirin bi Waliyê Amedê Huseyîn Aksoy ve hevdîtin hatiye kirin û çavdêriyên xwe parve kirine, daxwaza rakirina binpêkirinên mafan û çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê kirine.

'DIVÊ XIRAKIRIN BÊ RAWESTANDIN'

Bîlîcî Sûr wekî "dilê herêmê" nirxand. Bîlîcî destnîşan kir ku li Sûrê piştî şerê 104 rojan ji aliyê Lijneya Wezîran ve biryara "îstimlaqkirina lezgîn" hatiye girtin, bêyî îradaye mirovên li Sûrê dijîn binêrin bi awalekî yek alî hatiye îstimlaqkirin. Bîlîcî wiha got: "Divê xirakirin demildest bê rawestandin."

Bîlîcî destnîşan kir ku biryara xirakirinê siyasî ye û hewldana guhertina cewherê Sûrê ye û wiha axivî: "Hewldanên me çêbûn lê bêencam ma. Mirovan tî û birçî hiştin bi vî rengî cezakirin heye. Me ji paşerojê heta niha dît ku ev rê û rêbaz encamê nade. Em ê tu caran li pey binpêkirinên mafan ên li Amed û Sûrê bernedin."

'TENDURISTÎ DI BIN XETEREYÊ DE YE'

Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Şehmuz Gokalp jî diyar kir ku bi xirakirina Sûrê re tenduristiya mirovan jî di xetereyê de ye û ger ku pirsgirêka avê bidome, dê pirsgirêka paqijiyê derkeve holê û nexweşiyên têger derkeve holê, nexweşiyên kronîk zêdetir bibin. Gokalp ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê banga berpirsyariyê kir.

Di rapora ÎHD û Odeya Tabîban de ev pêşniyar hatin kirin:

* Divê guh bidin daxwazên niştecihên taxê.

* Niştecihên taxê divê ji xizmetên bingehîn ên cemaweriyê bêpar neyên hiştin û ava vexwarinê û ceryan bê dayîn.

* Ji bo pirsgirêkên di navbera rayedar û xwediyên maf de diyalog bê danîn, cewherê Sûrê bê parastin û demografyaya wî bê parastin û pirsgirêk bi lezgîn bê çareserkirin.