Saet 23.00: Kontrola GBT dikin û diçin
Saet03.30: Bi ser malê de digirin û bin çav dikin

AMED - Serokê Lijneya Rêveber a DÎHA'ya hate girtin Zekeriya Güzüpek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş derket holê ku beriya ku bên binçavkirin polîsên ku hatine malê kontrola GBT kirine. Parêzeran diyar kirin ku ligel ku îxbar vala ye jî di binçav de girtina rojnamegeran nehiqûqî ye.

Pêkanînên îxbarê ya ku di demên dawî de bi soza pere û xelatê di nava civakê de tê belavkirin piştî OHAL'ê veguherî nêçira pîrhebokan. Serokê Lijneya Rêveber a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş ji ber îxbara bêbingeh di bin çavan de ye. Îfadeya rojnamegerên ku li TEM'ê tên girtin hê jî nehatiye girtin.

Li aliyê din derket holê ku polîsên ku saet di 23.00'an de hatina mala Guzupek û Ertaş kontrola GBT kirine û piştre jî ber bi sibehê saet di 03.30'an de bi îdiaya "îxbar heye" hatine malê û ew binçav kirine. Îxbarên ku di demên dawî de dibin sedema binçavkirinan ên bênav û bêyî delîlên hiqûqî parêzeran nirxandin.

BERIYA BÊN BINÇAVKIRIN POLÛS HATIN MALÊ

Parêzerê Guzupek û Ertaş, Resûl Temur diyar kir ku di demên dawî de îxbarên bêbingeh gelek zêde bûn. Temûr wiha axivî: "Mînak kesek bi îdiaya li ser wî çek heye bi îxbarê tê binçavkirin. Piştî Lêgerînê tê fêmkirin ku çek tuneye. Ligel vê yekê jî ev kes demek dirêj di bin çavan de tê gritin. Armanca îxbaran ew ku di nava civakê de fikra ku gelek kesên ku îxbar dikin hene belav bikin e, bi vî rengî mirov ji hev bikevin gumanê. Ev îxbar bi giştî bi navên saxte û maîlan ve tên kirin."

Temur anî ziman ku şeva ku îxbara bêbingeh hatiye kirin polîs hatine mala ku Ertaş û Guzupek dimînin û gotina der barê wan de gilî heye û wiha berdewam kir: "Polîs tên malê û nasnameyên Ertaş û Guzupek digirin bi hinceta îxbar heye nasnameyên wan kontrol dike, kontrola GBT dike. Piytre jî ji ber ku pirsgirêka M. Alî Ertaş a leşkeriyê heye wî dibin qereqolê û îmzeyê digirin û serbest berdidin. Ertaş piştî ku vedigere malê polîs ji bo malê biryara lêgerînê didin derxistin û saet di 03.30'an de bi ser malê de digirin. Ev geşedan têkîldarî îxbarê gumanê derdixe holê. Polîs di lêgerîna malê de ligel ku îxbara li malê çek heye bêbingeh derdikeve jî der barê Ertaş û Guzupek binçav kidime. Pirtûkên li malê bi hinceta delîlê sûc in tên desteserkirin."

'GER KU ÎXBAR HEBE DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN'

Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) paRêzer Abdullah Zeytun jî diyar kir ku mail û telefonên îxbarê di warê hiqûqî de bi fotinên ku di bawerî pê nayê û qîmeta wan tuneye ve tijî ne. Zeytun da zanîn ku di peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze kiriye û di qanûn heyî de jî kesek bi îxbarekî razber nikare bê binçavkirin divê îxbar bi delîlekî bê xurtikirin û wiha berdewam kir: "Der barê mirovên ku tên îxbarkirin de binçavkirin na dikarin lêpirsînê bikin. Di hiqûqa cezayê ya hemdem de tê gotin ku li ser delîlan dikarin biçin cem sûcdar. Lê niha tam berovajî vê tê kirin. Bêyî delîl diçin cem gumanbar û hewl didin delîlan biafirînin. Li vir hiqûq nayê meşandin. Ev pêkanîna nehiqûqî ye, kes ewil tên gritin û piştre sûc tê afirandin. Jibilî vê tiştek nîne."

Zeytun destnîşan kir ku serlêdanên ji ber binçavkirinên ku di encama îxbaran de tê kirin di dema OHAL'ê de zêdetir bûye. armanca van îxbaran çavtirsandina muxalîfan e, çewisandin e.