RIHA- Li Sêwregê xwendekarê ku di çalakiya dawiya salê de bi kurdî striya, tevî mamosteyê xwe yê ku bi hinceta ku mudaxileyî wî nekiriye hat binçavkirin.
Li navçeya Sêwregê ya Rihayê xwendekarê ku di çalakiya dawiya salê ya Lîseya Anadolû ya Mustafa Kemalê de bi kurdî striya, tevî mamosteyê xwe yê endamê Egîtîm-Senê A.E hat binçavkirin. Mamoste A.E, bi hinceta ku "mudaxileyî" xwendekarê xwe nekiriye hat binçavkirin.
Xwendekar û mamoste şandin Muduriyeta Polîsan a Sêwregê.