Çar rêveberê HDP'ê yên Sêrtê hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sêrtê 4 rêveberên HDP'ê yên hatibûn binçavkirin hatin girtin. Li Wanê jî Hevserokê berê yê Şaxa KURDÎ-DER'ê hat binçavkirin.

SÊRT

Li navçeya Berwariyê ya Sêrtê Hevserokê HDP'ê yê Berwariyê Abdullah Gundogdu, rêveberên navçeyê yên HDP'ê Îhsan Guroymak û Nazmiye Guzel û Saît Aslan ên hatibûn binçavkirin ji aliyê Dadgeha Nobedar a Berwariyê ve bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. 4 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Sêrtê.
Welatiya bi navê Nesîbe Guzel jî bi şerta kontrola edlî hat berdan.

WAN

Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Wanê Osman Koşut hat binçavkirin. Polîsan 2 roj berê ji bo îfade bide bang li Hevserokê KURDÎ-DER'ê yê berê Osman Koşut hat kirin. Koşut ku çû midûriyeta polîsan hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Koşut nehat zanîn.