Keleha dîrokî bi nivîs û xêzkirinên nîjadperest hat texrîbkirin

WAN - Li Payîzavayê Keleha Çavûştepe ya xwedî raboriyeke 2 hezar û 800 salî ye, bi nivîsên nîjadperestî hat texrîbkirin. Cendirmeyan ji bo sê heyvan, heyva bistêr, nivîsên tirk û MSK ên ku li ser kelehê hatin nivîsandin û xêzkirin wiha got: "Heke ala hebe, nexwe neyteke xerab tune ye."

Keleha Sardûrhînîlî (Keleha Sardûr) an jî bi navê xwe yê dîtir Keleha Çavûştepe ya ku 2 hezar û 800 sal berê ji aliyê Qiralê 2'yemîn ê Ûrartûyan Sardûr ve hatiye çêkirin û 10 kîlometreyan dûrî navçeya Payîzava ya Wanê ye, ji aliyê kesên nenas ve bi nivîsandinên nîjadperest hat texrîbkirin. Bi boyaxa spreyê li ser dîwarê ku li têketina kelehê ye sê heyv, heyva bistêr, tirk û MSK hatine nivîsandin û xêzkirin.

HEKE ALAYA TIRK HATIBE XÊZKIRIN NEXWE NEYTEKE XERAB TUNE YE?

Mehmet Kuşman ku ji sala 1963'yan heta niha nobeta kelehê digire û li cîhanê ji 36 kesên ku bi zimanê ûrartî dizanin yek jê ew e, got ku cara ewil e ku ew rastî rewşeke wiha tê. Kuşman, diyar kir ku dema wî ev nivîs û xêzik dîtine li Qereqola Cendirmeyan a Payîzavayê geriyaye û wiha got: "Ez li serdar (erkanê herbê) geriyam. Ji min re got 'Nivîseke çawa heye?' Min got MSK heye, 3 heyv heye, ala heye. Wî jî got 'Heke li wir alaya tirk hatibe xêzkirin nexwe nivîseke bi neyta xerab tune ye.' Li Keleha Çavûştepeyê ev nivîsa ewil e. 54 sal in ku ez li vir im, lê ez bi tu awayî rastî nivîseke wisa nehatime."

XWESTIN DÎROKÊ BOYAX BIKIN

Kuşman, anî ziman ku cendirme di ser guhê xwe re avêtiye û wiha bertek nîşan da: "Dibêje ku 'Tu yê boyaxê bikirî û bi rengê gewr ew cihê nivîs lê ne jê bibî.' Lê ez mecbûr im ku vê bidim gerînendeyê muzeyê. Divê bê lêkolînkirin ka ev herf çi ne. Nivîsa MSK heye, lê em nizanin wateya wê çî ye. Cendirmeya Payîzavayê guh nedayê. Divê tu kes li ser dîrokê nivîsên wisa nenivîse."

KES NEHAT

Kuşman, anî ziman ku wî der barê rewşê de Gerînendetiya Muzeyê agahdar kiriye, lê belê di ser re 15 roj derbas bûne rayedarên ku gotin ew ê ji bo lêkolînê bên hîn jî nehatine.