COLEMÊRG - Gundiyên Şumûnîs û Kotranîsê yên ku bi kevir û axê riya wan a çûnhatina bajêr hat qutkirin, niha jî ji ber "qedexeyê" nikarin biçin zozanên ku miyên wan lê ne. Gundiyên ku bi şîr û berên şîrî debara xwe dikin, ev 2 meh in ku nikarin miyên xwe bidoşin.
Li Colemêrgê, riya gundên li herêma berwarê bi kevir û axê hatibûn girtin û bi vî awayî pêwendiya hin gundan bi bajêr hatibû qutkirin. Niha jî heman gundî ji ber qedexeya ku bi hinceta "ewlehiyê" hatiye dayîn nikarin biçin zozanên ku heywanên wan lê ne. Niştecihên gundê Şumûnîs û Kotranîsê, di dawiya Adarê de ji bo çêreyê heywanên xwe şandibûn herêma Tuxînkê û Hecackê. Lê ji ber qedexeyê ev zêdeyî 2 mehan e ku nikarin heywanên xwe bidoşin.
2 MEH IN KU MÎ NAYÊN DOTIN
Ji gundê Şumûnîsê Kumrî Emre, anî ziman ku meha Hezîranê jî hat, lê belê hîn jî ew nikarin miyên xwe bidoşin. Emre, got ku ji ber qedexeyê ne ew dikarin biçin û ne jî heywanên wan dikarin ji herêmê bên. Emre wiha axivî: "Yanî diviya ku 2 meh berê me dest bi dotina miyên xwe bikirana. Lê belê, ji ber qedexeyan em nikarin miyên xwe bidoşin. Dema nexweşên me çêbibin em nikarin wan bibin nexweşxaneyê. Heke em miyên xwe bidoşin jî, ji bo firotinê em nikarin şîr bişînin bajêr. Ji ber ku rê zaf dirêje şîr xera dibe. Em nikarin tiştek ji zarokên xwe yên li bajêr dijîn jî bişînin."
‘EM NIKARIN JI GUND DERKEVIN'
Şîrîn Alpsar a ku li gundê Şumûnîsê dijî jî, got ku berê bazirgan ji bo şîr û penêr dihatin gundan, lê belê ji ber girtina rê û qedexeyan îsal kes nehatiye. Alpsar, anî ziman ku ew tenê debara xwe bi xweyîkirina heywanên biçûk dikin û wiha got: "Ji ber qedexeyan em nikarin ji gund derkevin. Miyên me li Tuxînkê û Hecackê ne, lê belê ji ber ku em nikarin biçin û bên em nikarin miyên xwe jî bidoşin. Ji bo em têxin nav penêr me gihayên wek mend, qaşim, heliz û siyabo yên ku niha li hawirdora gund hêşîn tên me berhev dikirin, lê ji ber qedexeyan em nikarin wan jî berhev bikin. Berê bazirgan dihatin cihê ku me şîr lê didot û li wir şîr dikirîn û me jî pereyên xwe werdigirtin. Bi vî awayî kesên li bajêr jî dikaribûn penir û mastê erzan peyda bikin. Lê niha em bi xwe jî li bajêr bi zor penêr û mast peyda dikin."
‘SEDEMA BUHABÛNA PENÊR JI BER QEDEXEYAN E'
Hayrettin Karaman ku li navenda bajêr esnaftiyê dike jî, anî ziman ku ji bo ew şîr û berên şîrî yên gundiyan bifiroşe bi wan re li hev kiriye, lê belê ji ber girtina riyan tu berên şîrî neketina destê wî. Karaman wiha got: "Li bajêr penêr xwe gihand 30 lîre yî. Sedema vê buhabûnê ji ber qedexeyan e. Ji bo em berên hatin hilberandin wergirin me amadekariyên xwe kirin. Lê belê riya gundê ku em diçinê nîv saet bû, niha dewletê ew kiriye 4 saet. Di vê weziyetê de heke hûn şîr bikirin jî heta ku bigihîje bajêr dê xera bibe. Her wiha dema mesrefên rê jî zêde bibin, tu bikî nekî tên zemkirin."