ATK raporê nade girtiyê nexweş ku teşhîsa 'terabebûna psîkotîk' lê hatiye dayîn

STENBOL - Velit Nas, ku di warê derûnî de dihat tedawîkirin di 2004'an de hatibû tehliyekirin piştî di 2015'an de cezayê wî hat erêkirin dîsa hat girtin. Nas, ji bo leşkeriyê serî li TSK da û teşhîsa "terabebûna psîkotîk a wesfa kronîk û dewamiyî lê peyde bûye" hat dayîn û rapora "Ne li gor leşkeriyê ye" ji bo wî hat dayîn. Nas ji bo tehliyeyê serî li ATK'ê da, lêbersiva serlêdana wî nayê dayîn.

Binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên nexweş didomin. Li girtîgehan 303 jê giran bi giştî 925 girtî û hikumxwarên nexweş hene. Ji vana yek jê Velit Nasê 43 salî ye.

TEŞHÎSA 'TERABEBÛNA PSÎKOTÎK'

Nas, di 12'ê Adara 1999'an de hat binçavkirin û paşê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Umraniyeyê. Demekê li vê girtîgehê hat ragirtin û paşê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê hat kirin. 2 sal şûn de derûniya wî xera bû û tim xeyal didîtin. Nas ji herkana rastîn a jiyanî qut bû û bîrbiriya xwe ya rasteqîn winda kir. 72 rojan li Nexweşxaneya Nexweşnînên Ruh û Damargiriyê hat tedawîkirin û paşê di sala 2004'an hat tehliyekirin.

Piştî ku hat tehliyekirin, her ku çû nexweşîna wî zêde bû. Ji bo leşkeriyê serî li TSK'ê da û rapora "Ne li gor leşkeriyê ye" ji bo wî hat dayîn. Di raporê de ev hincet cih girt: "Terabebûna psîkotîk a wesfa kronîk û dewamiyî lê peyde bûye." Li gel vê, Nexweşxaneya Numûne ya Haydarpaşayê rapora ku ji sedî 80 "berasteng" e da Nas. Her wiha wê demê li Fakulteya Tibê ya Çapa ya Stenbolê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci jî teşhîsa "Terabebûna psîkotîk, şîzofrenî" danîbû û rapor dabû Nas.

DUBARE HAT GIRTIN

Piştî 13 salan şûn de 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di sala 2012'an de biryar da û 11 sal û 6 meh ceza da Nas. Dadgeha Bilind jî di sala 2015'an de ev ceza tesdîq kir û Nas careke din hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyê.

'WIJDANÊ HUQÛQÊ DIVÊ'

Parêzera Nas, Eren Keskin diyar kir ku wan ji bo Nas serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) daye, lê sazî rapor sererast nekiriye. Keskin ku got "Wijdanê huqûqê divê" anî ziman ku ew ê careke din jî serî lê bidin û wiha got: "Rewşa Velit Nas ji ya serokê şaredariyê xerabtir û wehîmtir e. Divê demildest bê tehliyekirin."

TIM TÊ RAZANDIN

Hevjîna Nas, Fatma Nas dest nîşan kir ku rewşa hevjînê wê ne tu rewş e. Nas, anî ziman ku hevjînê wê nikare li cihê girtî bisekine û li girtîgehê tim bi dermanan tê razandin. Nas ev tişt ragihandin: "Kesên li nêv kuçeyan bera mirovan didin tên berdan, lê ev nexweş e û nayê berdan. Kesên bêsûc û nexweş çawa li girtîgehan radigirin? 3 zarokên min hene û tim pirsa bavê xwe dikin."

'YÊ KU MIROV BE BAVÊ MIN LI WIR RANAGIRE'

Kurê Nas, Azad Nas ê 12 salî jî li girtîgehê serdana bavê xwe kir û wiha pirsî: "Destê wî tim dilerize. Weziyeteke wî ya wek tim serxoş be heye. Yê ku mirov be bavê min li wir ranagire, çawa tiştekî wisa dikin?"

Xwişka Nas, Asiye Nas jî xwest ku birayê wê bê berdan û wiha axivî: "Tu dibê qey birayê min ne li vê cîhanê ye, li cîhaneke din e. Bi kalê xwe yê ku çend sal berê miriye re diaxive. Dema li derve bû jî me tim ew dişopand. Çawa wî li girtîgehê radigirin? Rewşa wî sîrayetî zarokên wî jî dike."

Yasin Kobulan - dihaber