Zelal Buldan a 23 sal in rojbûna xwe li ser gora bavê xwe derbas dike: Heke têkoşîn hebe tenêtî tuneye

ENQERE - Zelal Buldan a ku roja bavê wê Savaş Buldan bi "kuştina kiryar nediyar" hate kuştin ji dayik bû 23 sal in rojbûna xwe li ser gora bavê xwe derbas dike. Buldan a ku ji bo kuştinên kiryar nediyar bi riya hunerê vebêje beşa hunerê dixwîne û dê îsal biqewide bal kişand li ser têkoşîna dayik û bavê xwe û wiha got: "Ji ber ku ez xwedî dayik û bavekî têkoşer im min qet tenêtî hîs nekir."

Zelal Buldan a ku roja bavê wê hate kuştin ji dayik bû 23'yemîn rojbûna xwe jî dê li ser gora bavê xwe derbas bike. Karsazê kurd Savaş Buldan ê piştî daxuyaniya Serokwezîra wê demê Tansu Çîller a "Dİ destê me de lîsteya karsazên ku piştgiriyê didin PKK'ê hene" di 2'yê Hezîrana 1994'an de ji Otel Çinarê bi Adnan Yildirim û Haci Karay ve hatin revandin û di 3'yê Hezîrena 1994'an de hatin kuştin. Cenazeyên Buldan, Karay û Yidirim di 4'ê Hezîrana 1994'an de li ser riya gundê Yukaricikaraş a navçeya Yigilca ya Boluyê hatibû dîtin. Keça wî Zelal Buldan jî rojbûna xwe û kuştina bavê xwe ya 23'yemîn pêşwazî dike.

Pervîn Buldan a ku dema hevserê wê Savaş buldan hate revandin dûcaniya 8 mehî bû ji ber travmaya jiya zû welidî û keça xwe Zelal anî dinê. Zelal ji wê rojê heta niha 23 sal in rojbûna xwe li ser gora bavê xwe pêşwazî dike.

'DAYIKA MIN DIGOT BAVÊ TE LI DERVEYÎ WELAT E'

Zelal Buldan a ku bavê xwe qet nas nake û rojbûna xwe her sal li ser gora bavê xwe derbas dike got ku di hevpeyvînekî dayika xwe de hîn bûye ku dema zarok bûye dayika wê ew dibir li ser gora bavê wê. Zelal Buldan bêbav mezinbûnê jî wiha tîne ziman: "Ji ber ku roja bavê min jiyana xwe ji dest daye ez ji dayik bûme fêmkirina min a hin tiştan demeke dirêj girt. Ewil min nedizanî bavê min hatiye kuştin. Dema ku biçûk bûm dayika min ji min re digot bavê te ji bo kar derveyî welat e. Min jî weke aqilê xwe yê zarokbûnê ev qebûl kiribû ji ber ku der barê gotina bav a ku qet nizanim de fikrekî min jî wê demê tunebû. Di malbata me de zarokên apê min li cem me ji bavê xwe ne nedigotin 'bavo'. Me çawa digot 'apo' wan jî wisa digotin, ji bo ku em xemgîn nebin wisa digotin. Çqas tiştekî biqîmet kirine ez niha fêm dikim. Ji ber vê yekê li dora min fîgurekî bav tunebû ev nîşanî me nehat dayîn bêyî peyva bav bizanibim mezin bûm."

'JI BO DAYIKA MIN XEMGÎN NEBE MIN TÊKILDARÎ BAVÊ XWE PIRSEK JÎ NEKIR'

Buldan a ku gotina "Em bi dayika xwe re der barê xwe min de zêde naxivin" bi kar anî û dayika xwe nîşan da wiha got: "Ji bo ku wê xemgîn nekim di jiyana xwe der barê bavê xwe de min pirsek jî ji wê nekir." Buldan anî ziman ku piştî çend salan hîn bûye ku bavê wê di kuştinên kiryar nediyar de jiyana xwe winda kiriye.

'DEMA KU DEST BI DIBISTANÊ KIR BÊBAVBÛN ÇI YE HÎN BÛM'

Buldan destnîşan kir ku dema dest bi dibistanê kiriye bêbavbûn fêm kiriye û wiha axivî: "Dayika min tu caran nehişt ku ez neyad bim. Ji ber ku di biçûkbûnê de her tik rehet e, şadbûn jî wisa ye. Dayika min tu caran tunebûna bavê min bi min neda hiskirin. Ger ku bi zaroktiyekî bi şad derbas kiribe û niha jî ligel her tiştî ger ku bi şad im û xwe bi hêz his dikim sedama vê dayika min e. Şansa min a herî mezin dayika min e. Dema ku min nû dest bi dibistanê kir demeki min fêm kir ku hin tişt kêm e. Ji bo civînan bav û dayika hemû kesan dihat lê ya min tenê dayika min dihat. Di roja bavan de li dibistanê diyarî dihatin amadekirin, mamoste ji min re digot ji bo xalê xwe amade bike. Piştî ku min dest bi dibistanê kir min fêm kir ku hin tişt ji yên hevalên min cuda ye û dê her tim jî cuda be."

'GER TÊKOŞÎN HEBE TENÊTÎ TUNUYE'

Buldan got ku tu caran xwe nespartiya tenetî û bêşadiyê, tenêtî û bêşadî qebûlkirin e, ev jî bi têkoşînê ve girêda. Buldan wiha berdewam kir: "Dema ku bavê min sax bû ji bo gelê xwe têkoşiya. Ez dibêjin tenêtiyê qebûlkirin li dijî bavakî bi vî rengî dê îxanat be. Di jiyana me de her tim têkoşîn hebû. Bi taybetî li hemberî têkoşîna ku dayika min dide ez her tim ser bilind im. Ji roja ku men çavê xwe vekir heta niha dayika min her tim ji bo bavê min rehet razê hewl da. Ji bo ev nîzam bê guhertin, careke din tu kes ji bav û zarokên xwe qut nebin hê jî hewl dide."

Buldan diyar kir ku li Tirkiyeyê bendewariyekî wê ya ji bo edaletê tuneye lê dê rojekî hin tişt bê guhertin. Buldan bi gotina "ger ku bawerî tunebe mirov nikare bijî" bi kar anî û bal kişand li ser baweriyê. buldan got ku dayika wê hatina wê ya dinê cuda wate dide û wiha got: "Roja ku dayika min bavê min winda kiriye ji ber ku ez çêbûne, ji bo êşa wê kêm bibe min xwest her tim ji bo wê bibim can. Ez gelek hel didim ku wê qet xemgîn nekim. Rojbûna min serê sibehê her sal li ser gora bavê min derbas dibe. Wê rojê çûna cem bavê xwe ji bo min ji pêrozkirina rojbûnê qîmetir e. Malbat, hevalên min ji bo mun kêfxweş bikin di roja rojbûna min de hewl didin. Lê nikarim pîroz bikim."


Zelal Buldan a ku dixwaze fîlma bavê xwe û kuştinên kiryarnediyar bikişîne beşa sînemayê dixwîne û dê îsal biqedîne. Zelal Buldan diyar kir ku di projeya qedandinê de belgefîlma Hanim Tosun a ji Dayikên Şemiyê ye kişandiye. Buldan wiha got: "Bi hunerê ve dixwazim dengê xwe, dengê me bidim bihistin. Ji ber ku di roja îroyîn de li Tirkiyeyê tene huner nehatiye bêdengkirin. Li aliyekî dersên hiqûqê digirin, ezmûnên wî didim, di welatekî ku edalet tuneye de zanîna ku hin kesên hê çîroka me dixwîne hene û nehatine jibîrkirin baş e. Jibilî vê bila tu zarokan bêbav nehêlin, ji bêhna bav dur nehêlin. Tekane daxwaza min be bila daxwaza min a rojbûna min a 23'yemîn bilav ev be."