Şervanên QSD`ê ketin Mansûrayê

REQA – Şervanên QSD`ê ji aliyê başur-rojava ve ketin bajaroka Mansûra ya 20 kîlometre durî Tebqayê ye.

Operasyona xurtkirina parastina bajarê Tebqayê, berdewam e. Şerê ku duh nîvro li ser êrîşa çeteyan li derdora Mansûra û rojavayê Bendava Azadî derketibû, didome. Di saetên sibehê de, şervanên QSD`ê ji milê başur-rojava ve ketin bajaroka Mansûra. Li bajarok û derdorê şer bi dijwarî didome.

Fermandarên QSD`ê diyar kirin ku ji ber zêdebûna mayînan, pêşdeçûyîna şervanan giran dibe.

Bajaroka Mansûra 20 km li rojhilatê Tebqa ye.