6 kes ji ber çapemeniya civakî hatin girtin

MELETÎ - Li navçeya Yazihanê 6 kesên ku hatibûn binçavkirin û di nav de kesekî nexweşiya gurçikan pê re heye ji ber parvekirinên çapemeniya civakî hatin girtin.

Li navçeya Yazihanê ya Meletiyê duh serê sibehê li taxên Doguş, Boyaca û Dokuzevlerê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Azîz Sertkaya, Salîm Bayar, Yilmaz Bayar, Mehmet Alî Çiplak, Sirri Çolak, Şaban Çolak, Azad Încesu û Hîkmet Olmez hatin binçavkirin, li malan şal, pirtûk, lênûsk û tiştên elektronîk hatin desteserkirin.

Sirri Çolak û Çoban Çolak piştî îfadeya wan li emniyetê hate girtin hatin berdan 6 kesên din ên derxistin dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 6 kes ji ber parvekirinên xwe yên çapemeniya civakî hatin girtin.

Salîm Bayar, Yilmaz Bayar, Mehmet Alî Çiplak, Azat Încesu, Hîkmet Olmez û Azîz Sertkaya yên hatin girtin şandin Girtîgeha Meletiyê.

Malbata Azîz Sertkaya got ku dozger axaftinên ku Sertkaya di merasîma cenazeyê kurê xwe yê di 2014'an de li Rojava jiyana xwe ji dest daye kiriye pirsiye û nexweşiya şekir, tansiyonê û gurçikan pê re heye, şertên girtîgehê ji bo wî nebaş e, divê her tim bê dermankirin.