NAVENDA NÛÇEYAN - Xweliyên Rêberê Şoreşa Kubayê Fîdel Castor li bajarê Santîagoyê bi merasîma cenazeyê li axê hate veşatin
Xweliyên Rêberê Şoreşa Kubayê Castor ku 9 roj berê jiyana xwe ji dest da, piştî ku li gelek bajarên Kubayê hate gerandin, li Santîagoyê, li Cuba li axê tê veşartin. Di merasîma cenazeyê de ku birayê Castro Raul pêşengî jê re dikir bi deh hezaran kes amade bûn. Ji bo cara dawî hurmeta xwe ji bo Castro nîşan bidin Kubayî herikîne Santîagoyê. Xweliyên Castor w êli cem xweliyên Jose Martîn ku lehengê serxwebûna Kubayê ya sedsala 19’ê werin veşartin.
Raul Castor di destpêka merasîmê de diyar kir ku Castro beriya ku bimire qewîtî kiriye ku navê wî li tu kuçe û kolan û meydanan neyê danîn.